ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hêzên Îranê kolberek kuştin
Hêzên Îranê di saetên siharê de li Hengejale ya girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin. -
'Pêwîstî bi sîstemeke perwerdeyê ya nû û bi zimanê dayikê heye'
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku ev sîstema dibe sedem travmayê divê bê guhertin, mafê perwerdeya zimanê dayikê bê misogerkirin û sîstemeke nû ya perwerdeyê ya xwe dispêre ûsilê zanistî bê avakirin. -
ROJEVA 3'Ê ADAR 2024'AN
Sernavên serke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Vîna aştiyê Tirkiyeyê derbas kir
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku pirsgirêka aştiyê jî pirsgirêka Tirkiyeyê ye û got, "Tirkiyeyê kesên ku demokrasiyê diparêzinn, divê di vî warî de xwedî gotinekê bin." -
Konferansa tecrîdê: Heke li Îmraliyê hiqûq pêk neyê wê li tu derê pêk neyê
Di konferansa li dijî tecrîdê hat lidarxistin de peyama: "Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, em ê li tu derê nikaribin pêşî li van bêhiqûqiyan bigirin. Rejîma înfazê li gorî Kurdan hatiye avakirin" hat dayîn. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê bênavber didomin
Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, li gelek bajaran didomin. -
Girtiyê nexweşê giran Mûtlak Tozûn sewqî Wanê hate kirin
Girtiyê nexweşê giran Mûtlak Tozûn ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê hate rakirina nexweşxaneyê û piştre bi şert hate tahliyekirin. Tozûn sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Wanê hate kirin. -
‘Eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin em ê bi ser bikevin’
Platforma Gelan û Baweriyan a Mezopotamyayê, berdewama pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin wê demê serkeftin teqez e.” -
Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar pirsîn ku Cuneyt di dema bin çavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû windakirin. -
Wezîrê Parastinê yê Tirk bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir
Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. -
DEM Partî: Dadgerê Tirk polîsê ku Ûgûr Kûrt qetil kirî, parast
DEM Partî wiha got: “Em zihniyeta ku Ûgûr Kûrt qetil kirî û dadgera bêedalet şermezar dikin.” -
ROJEVA 2’YÊ ADARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Cavgûn hat binçavkirin
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Harûn Cavgûn li Wanê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. -
2 endamên SMF’yê hatin girtin
Ji 15 kesên di 27’ê Sibatê de li Stenbol û Îzmîrê hatibûn binçavkirin, endamên Federasyona Meclîsên Sosyalîst Metîn Keleş û Arzu Aksakal hatin girtin. -
Li girtîgehên Espiye û Bafrayê gef li girtiyan tên xwarin
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Espiye û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê gefa tecrîdê li girtiyan tên kirin û rastî astengiyên cuda tên. -
Li Denîzliyê êrîşa çekdarî: 7 kes birîndar bûn
Li ber kafeteryaya li baxçeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê êrîşa çekdarî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn û rewşa 2 kesan giran e. -
Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
"Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasên Dijî Tecrîdê" ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avakirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdîtinên xwe qedand. -
Di nobetên ÎHD’ê de nerazîbûna li dijî polîtîkayên şer
Çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ ya ÎHD’ê vê hefteyê diyarî têkoşîna jinê hate kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên şer hatin şermezarkirin. -
Berdana girtiyê nexweş ê 30 salan girtî, hate taloqkirin
Berdana girtiyê nexweş Sedat Atsiz bi 3 mehan hate taloqkirin, ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha bi Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. -
Gultan Kişanak: Em ê bi xwe birînên xwe bipêçin
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak di rûniştina Doza Kobanê de axivî û got: “Em ê bi xwe birînên xwe bipêçin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di siyasetê de înîsiyatîf bigirin.” -
Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê rewşa wê giran bû, dewam dike
Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê nexweş ket û li nexweşxaneya emeliyata dil a vekirî derbas kir, didome. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “Em ê tevî raporên tenduristiyê yên dayika min ji bo înfaza wê bê sekinandin serlêdanê bikin.” -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Delegasyona Navneteweyî serdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd kir
Şandeya ji Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. -
Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûn derket
Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Li Dijî Komployê Berxwedan, Bi Milyonan li Qadan e” derket.