ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Qibrisê ji bo piştevaniyê çapemeniya azad daxuyanî hat dayîn
Rêxistin, siyasetmedar, parêzer û rojnamevanên Qibrisê bi daxuyaniya çapemeniyê piştevaniya bi Medya Haber TV û Sterk TV re ragihandin û helwesta Belçîkayê şermezar kirin. -
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hat binçavkirin
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, piştî serdegirtina malê hat binçavkirin. -
Dozger xwest doza der barê Emîne Şenyaşar bê redkirin
Di danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar de hatibû vekirin de dozger daxwaza redkirina dozê kir. Parêzeran gotin, "Divê doz bê beraetkirin, ne redkirin." -
DEM Partî bersiv da gefan: Weke li Wanê em ê rê nedin wan
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser gefên li ser partiya wan û got, "Hûn çi bikin jî hûn ê mîna her pêkhateyên li dijî vîna gelan disekinin hilweşin. Em ê weke li Wanê rê nedin we.” -
Ji bo pirtûka Gultan Kişanak biryara berhevkirinê hate dayîn
Dadgehê biryar da ku pirtûka siyasetmedara jin a Kurd a girtî Gultan Kişanakê ya bi navê ‘Rengê Binevşî yê Siyaseta Kurd’ were berhevkirin. -
Dozgeriya Enqereyê têkildarî 10 rojnamevanan daxwaza ceza kir
Di doza darizandina 10 rojnamevanan de dozgeriya Enqereyê xwest ceza bê birîn. -
Karûbarên îfadeyê yên rojnamevanan destpê kir
Karûbarên îfadeyê yên 9 rojnamevanên ku di çarçoveya operasyona ku navenda wê li Stenbolê pêk hat de hatin binçavkirin, destpê kir. -
Kedkarên çapemeniya azad bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatin ragirtin
Parêzera MLSA’yê Emîne Ozhasar diyar kir ku rojnamevanên mêr bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nexaretxaneyê de hatine ragirtin û ji ber vê yekê nekarîne rakevin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin. -
Milîsên HBDH'ê: Em ê li çavkaniyên aboriyê yên şer bidin
Mîlîsên Sîbel Surucu yên HBDH’yê li navçeya Înegol a Bûrsayê li dijî kargehekê çalakiyeke sabotajê kirin û hişyariyeke bi vî rengî dan: "Em ê li hemû çavkaniyên we yên aboriyê bidin ku şer pê tê fînansekirin." -
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Li dijî êrîşan divê em bi biryar bin
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad got, "Eşkere ye ku dijminê me bi biryar in ku êrîş bikin. Em jî weke gelê Kurd divê li hemberî van êrîşan bi biryar bin." -
Paûl Karavanagh: Abdullah Ocalan hêvî ye
Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh diyar kir ku aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne û got, "Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike. Dibe hêvî." -
ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
ÎHD û OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana buroyên JinNews, MA û Yenî Yaşam ên Enqereyê kir. -
Parêzeran bi rojnamevanên binçavkirî re hevdîtin kirin
Parêzeran bi rojnamevanên binçavkirî re hevdîtin kirin û diyar kirin ku rojnamevan bi awayekî nehiqûqî tên girtin. -
‘Dixwazin dosyaya Komkujiya Garê bigirin’
Parêzer û malbatan piştî danişîna Doza Komkujiya Garê daxuyanî dan û bertek nîşanî dozgerê ku di mutalaaya xwe de qala “sûcên li dijî mirovahiyê” nekirî dan. -
Li Êlihê polîsan êrîşî avahiya DEM Partiyê kir
Polîsên Tirk êrîşî avahiya rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê kirin. -
DEM Partiyê bang li jinan kir: Em berxwedanê mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî çapemeniya Kurd û jinên Kurd da û got: “Em bang li hemû jinan dikin; em li dijî şer, xizanî û bêkariyê berxwedanê mezin bikin.” -
Êrîşên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin
Zext û binçavkirina li dijî xebatkarên çapemeniya azad hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi polîtîkayên şer hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdarî êrîşî rastiyê dike. -
Komkujiya li Gar a Enqereyê: Sûcê li dijî mirovahiyê jinedîtî ve hate dîtin
Dozgeriyê di nêrîna xwe ya têkildarî esasê doza Komkujiya li Gar a Enqereyê de xwest, bersûc Erman Ekîncî ji ber sûcê "Binpêkirina pergala destûra bingehîn" bê cezakirin û daxwaz kir ku 10 bersûc bêne berdan. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Gel li dijî şer û faşîzmê peyam da
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku gel di hilbijartinên xwecihî de li dijî şer û faşîzmê peyam da û got: “Pêdivî bi Tirkiyeya demokratîk heye.” -
Dema binçavkirinê ya rojnamevanan dîsa hate dirêjkirin
Dema binçavkirinê ya 9 rojnamevanên hatine binçavkirin, dîsa hate dirêjkirin. -
Mîlîsên HBDH’ê li Stenbolê li ‘nobedarekî faşîzmê’ xist
Milîsên HBDH’yê yên Sînan Dersîm ragihandin ku wan li navçeya Beyoglû ya Stenbolê "nobedarekî faşîzmê ceza kirine." -
DEM Partiyê banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan a 109 salan beriya niha bi bîr anî û banga rûbirûbûna qirkirinê li dewleta Tirk kir. -
Li Dersimê ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin
Ji 5 kesên li Dersimê di 22'ê Nîsanê de hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.