ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji TEV-ÇAND Ewropayê strana hilbijartinê: Dema DEM’ê ye
Kollektîfa TEV- ÇAND a Ewropayê heta niha bi gelek stranên xwe di nava gel de tê hezkirin, vê carê ji bi strana “Dema DEM’ê ye” stranek amade kir. -
MKP: Newroz serhildan e, serhildanê hembêz bikin!
Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) destnîşan kir ku ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin, "Em bi ruhê serhildanê Newrozê hembêz bikin û têkoşîna şoreşgerî bilind bikin.” -
Malbata Şenyaşar xwest waliyê berê yê Rihayê wekî şahid bê guhdarkirin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya li ber Wezareta Edaletê û ji Waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn xwestin ku li dadgehê bibe şahid. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin
Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, dewam dike. -
Doza generalê kujer kete ber demboriyê
Doza Tûggeneral Yavuz Erturk ê ku ji ber fermana qetilkirina 11 gundiyên navçeya Pasûrê dabû, bi hinceta demborî hat betalkirin. -
Newroza Muglayê: Em ji bo hebûnê têdikoşin
Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê de got ku têkoşîna Kawayê Hesinkar didomînin û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin, roja têkoşîna li dijî desthilata yekperest, nijadperest û dijminê Kurdan e.” -
Ji Newroza Dersimê hezar silav ji Îmraliyê re
Di şahiya Newroza Dersimê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û silav jê re şandin. -
Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li quntara çiyayê Amanosan axivî, Deklarasyona Newrozê ya 2013'an bi bır xist û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. -
Li Amed û Stenbolê gelek endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê siharê li Stenbol û Amedê bi ser gelek malan de girtin û nêzî 20 kes binçav kirin ku endamên Meclîsa Ciwanan û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de bûn. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, ku 36 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdanên nû kirin. -
4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin. -
Mathlouthî: Qedexekirina hunerê nayê qebûlkirin!
Hunermenda Tûnisî Emel Mathlouthî ya ku di pîrozbahiya Newroza Yenîkapiyê de ji ber astengiya polîsan û biryara kêfî ya walîtiyê nikarîbû derkeve ser dikê got, "Her ziman û çand dewlemendiyek e. Qedexe kirin an jî astengkirina hunerê nayê qebûlkirin." -
HBDH’ê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Rahşan Demîrel ên HBDH’ê li Çîgliya Îzmîrê li dijî febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirin. -
PÎK: Huda Par projeyeke dewletê ye
Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind anî ziman ku partiya Hîzbûlkontra Huda Par projeyeke ku dewletê li dijî têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd amade kiriye. -
ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji Kurdistanê û Cîhanê. -
Înstîtûta Kurdî: Newroz destpêka serxwebûn û azadiyê ye
Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanya daxuyand ku Newroz roja berxwedan û serkeftinê ye û wiha got: “Newroz destpêka serxwebûn û azadiyê ye. Newroza gelê me yê berxwedêr a 2024’an pîroz be!" -
Emîne Şenyaşar: Tiştekî bi navê dadgehê nîne
Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Edaletê nobeda xwe dewam dike, bal kişand ser pêkanînên derhiqûqî yên dadgehê û xwest kurê wê bê berdan. -
Nobeta Edaletê: Heta ku daxwazên me pêk bên wê ev çalakî bidomin
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpêkirin de hat gotin ku heta daxwazên wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin. -
Milîsên HBDH'ê li Mersînê li wesayita zirxî ya polîsan xistin
Milîsên Mazlûm Dogan ên HBDH'ê ragihandin ku li Mersînê bi bombe û fîşekên hewayî li wesayiteke polîsan a zirxî xistine. -
Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li gelek bajaran leşker û polîsan avêtin ser malan û gelek kes kirin binçavan. -
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de ye
Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê Îsmaîl Yuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran, 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. -
ROJEVA 18'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Newroza Stenbolê de polîsan êrîşî girse û rojnamevanan kir
Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin. -
Newroza Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Stenbolê de axivî û got ku mifteya çareseriya pirgirêka Kurd, li Îmraliyê ye û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.” -
Newroza Kocaeliyê: Ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe
Di şahiya Newrozê ya li Kocaeliyê de peyama “ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe” hate dayîn.