ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayika girtiyê siyasî: Em dixwazin agahî ji Abdullah Ocalan bigirin
Dayika girtiyê siyasî Necla Alkan wiha got: “Em rewşa Birêz Ocalan mereq dikin. Girtiyên me çi dixwazin, em jî wê dixwazin.” -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekilên xwe serlêdaneke nû kirin ku ev 37 meh in tu agahî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin. -
'Biryara ji doza Kobanê derkeve, wê mohra xwe li sedsala duyemîn a komarê bide'
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku biryara ji doza Kobanê derkeve wê ‘mohra xwe li sedsala duyemîn a komarê bide.’ -
Li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê serê sibehê avêtin ser endamên DEM Partiyê û herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê depoyek şewitand
Milîsên Ciwanan HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Nîlufer a Bûrsayê depoyeke dersxaneya taybet a 'faşîstan' dan ber agir. -
Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê
Prof. Dr. Mohamed Rifat El-Îmam di gotara xwe de ya bi ser navê “Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê” diyar kir ku yek ji bo azadiya gelê xwe ku ji bindestiya zaliman rizgar bike û yê din jî jiyaneke azad ava kir. -
Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî name ji CPT re şand
Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî nameyek ji Serokê CPT Alan Mîtchell re nivîsî û xwest, tavilê heyetekê bişînin Îmraliyê. -
ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berxwedana Emîne Senyaşar li ber wezaretê dewam dike
Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edaletê didomîne got, “Kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin, yê din xistin hucreyê. Ji tirsa deriyan mifte dikin." -
Êrîşa li ser gora Medet Serhat hate protestokirin
Rêxistinên hiqûqê êrîşa li dijî gora parêzer Medet Serhat ê hate qetilkirin, şermezar kirin û gilî kirin. -
Tulay Hatîmogûllari serdana gora Akalin kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari serdana gora parêzer Kemal Akalin kir. -
Ji Înîsiyatîfa Zarokên Agir çalakiyên şewitandinê
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Mersîn û Mûglayê pîkapek, febrîqeyek û mînîbusek şewitandiye. -
Qeyûmê Sêrtê 456 mîlyon TL deyn li du xwe hişt!
Şaredariya Sêrtê, diyar kir ku qeyûmê desteserker 456 mîlyon 853 hezar û 781.39 TL’yî deyn li du xwe hiştiye. -
Peyama girtiyan: Berxwedan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê, ev peyam şandin: “Têkoşîn me ya ku li hundir û derve mezin dibe, wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne.” -
DÎB'ê banga 'Doza Kobanê' li sazî û partiyan
DÎB'ê beriya rûniştina biryarê ya li ser Doza Kobanê bang li partî û saziyan kir û got, "Em bang dikin ku bi rengekî şênber li ber vê bêhiqûqiyê rabin." -
Prof. Balanche: Tawîzên welatên Rojavayî Erdogan vediguherîne Mûssolînî
Balanche diyar kir ku dewleta Tirk li Rojava paqijiya etnîk dike û got: “Îro tê xwestin ku stratejiya kemera Ereb bi destê dewleta Tirk bikeve meriyetê. Erdogan her derfeta ku welatên Rojavayî pêşkêş dike, dinirxîne.” -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
Kurê Hatîce Yildiz a 75 salî ku her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xerab dibe, Alper Yildiz anî ziman ku dayika wî di girtîgehê de her tim ji ser hişê xwe diçe. -
Amedsporê Kastamonûspor 1 û 0 têk bir
Amedsporê li deplasmanê Kastamonûspor a li pey xwe 1 û 0 têk bir û di têkoşîna şampiyoniyê de serkeftineke girîng bi dest xist. -
Hurşît Çetîn piştî 30 salan hat berdan
Hurşît Çetîn ku di 22 saliya xwe de ketibû girtin, piştî 30 salan di 52 saliya xwe de hate berdan. -
Xizmên girtiyan wê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda bidomînin
Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ê çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza ‘azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd’ destpê kiriye derbasî qonaxeke nû bikin. -
Di sê mehan de herî kêm 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di sê mehên destpêkê yên sala 2024’an de herî kêm 425 karkeran jiyana xwe ji dest dane. -
Milîsên HBDH'ê du wesayitên 'faşîstan' şewitandin
Milîsên Eser Warşîn ên HBDH'ê ragihandin ku li Kadikoy a Stenbolê 2 wesayitên faşîstan şewitandine. -
Ok: Çare nîne, AKP çawa bilind bûye wê wisa li erdê bikeve
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze li dijî gelê Kurd şer hîn mezintir bike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye û got: “AKP û Erdogan êdî nikarin nefes bistînin.” -
ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.