Zekî Eroglu: Bi Kurdbûna xwe şanaz im

Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu di rûniştina duyêmîn a Dadgeha Eyelatê de daxuyanî da û got, ‘’Ez pê şanaz im ku endamê civaka Kurd im ku ev 40 sal in li dijî neheqiyê, qirkirinê têdikoşe’’

Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu ku di nav çarçoweya xala 120’an a qanûna cezayê yê Elman bi ‘’endamtiya rêxistinê’ tê darizandin, di rûniştina duyem de axivî û got, ‘’Ez pê şanaz im ku endamê civaka Kurd im ku ev 40 sal in li dijî neheqiyê, qirkirinê têdikoşe.’’


Eroglu got, salvegera 18. a Komploya Navnetewî ye û wiha domand: ‘’Gelê Kurd ev 18 sal in li dijî vê komployê li ber xwe dide. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e 18 sal in di şertên giran ên tecrîdê de tê hiştin.

Pêvajoya tecrîdê ya li Imraliyê pûç kir û xebatên wiha yên teorîk kirin ku rêya çareseriyê nîşanî Kurdan û mirovahiya çewisandî dike. Bi çareseriya xweseriya demokratîk a ku ji bo arîşeyên civakî danî û bi polîtîkayên xwe yên ji bo arîşeya Kurd bû rêberê çareseriya aştiyane û demokratîk.

Ez di nav vê çarçoweyê de hemû hêzên navdewletî yên ku di nav vê komployê de cih girtine bi tundî şermezar dikim.’’

Eroglu diyar kir ku Elmanya ev doz ne li gorî rajorbûna hiqûq û dadmendiyê vekiriye û bi ferman û daxwaza dewleta Tirk û Erdogan vekiriye û sedema vê ya bingehîn jî berjewendiyên Elmanya û Tirkiyê ne.