Zagona derbeyê ya Qesrê wê 16’ê Gulanê biçe meclîsê

Zagona derbeyê ya Qesrê wê 16’ê Gulanê biçe Desteya Giştî ya Meclîsê.

Zagona derbeyê ya Qesrê wê 16’ê Gulanê biçe Desteya Giştî ya Meclîsê.

Duh komîsyona Destûra Bingehîn bi lihevkirina AKP, CHP û MHP'ê daxwaza AKP'ê ya zagona "Derbeyê" erê kir. Wê ev zagon di 16'ê Gulanê de bibe rojeva meclisê. HDP'ê ev daxwaza AKP'ê wekî "Derbeya li dijî siyaseta demokratik" bi nav kir û diyar kir ku wê beşdarî Lijneya Gişti ya Meclisê nebin.

Desthilatdariya AKP'ê bi boneya wekîlên HDP'ê li derveyî meclîsê bihêlin, pêşnûmeya meclîsê ya "Rakirina destlênedayîna wekîlan" pêşkêşî Komîsyona Destûra Bingehîn ya Meclîsê kir. Piştî niqaş û pevçûnên duh CHP, MHP û AKP' bûn şirîkên hev û daxwaza AKP'ê erê kirin. Piştî ev daxwaz hate erêkirin wê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin. Li gorî agahiyan hevdîtina zagonê wê di 16'ê Gulanê de li Lijneya Giştî ya meclîsê pêk bê.

WÊ DENGDAYINA BI DIZÎ BÊ KIRIN

Li Meclîsê 317 wekîlên AKP'ê, 133 wekîlên CHP'ê, 59 wekîlên HDP'ê û 40 wekîlên MHP'ê hene. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku ew wê bêjin erê. Ger ku CHP tevlî AKP'ê bibe û Destûra Bingehîn a "Derbeyê" erê bike bêyî MHP piştgiriyê bide jî wê hêjmara guhertina zagonê 367'an derbas bike û têrê bike. Ger ku hêjmara hat erêkirin di navbera 330-367'an de bimîne, wê bijarteya referandumê bê rojevê. Ji bo destlênedayînê wê pêvajo dirêjtir bibe. Ger ku li gorî daxwaza AKP û CHP'ê deng bê dayîn, bêyî referandumê wê guhertin pêşkêşî Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bê kirin. Piştî pêşkêşî Erdogan bê kirin, Erdogan wê erê bike û di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Piştî hat erêkirin wê Serokê Meclîsê fezlekeyên li Wezareta Dadê bişîne darazê. Piştî vê yekê wê pêvajoya darizandinê destpê bike.

Tenê der barê 50 wekîlên HDP'ê de 366 fezleke hatine amadekirin. Der barê wekîlên HDP'ê de 366, der barê CHP'ê de 185, der barê AKP'ê de 46, der barê MHP'ê de 18 û der barê wekîlên serbixwe de jî 5 fezleke hatine amadekirin.

Herî zêde der barê Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de fezleke hatiye amadekirin û 75 fezleke hatiye amadekirin.