Yuksekdag: Wê ev bibe şerma we, belaya we û laneta we

HDP'ê, civîna xwe ya yekem a Meclîsê wekî civîna koma jin a HDP'ê lidarxist.

HDP'ê, civîna xwe ya yekem a Meclîsê wekî civîna koma jin a HDP'ê lidarxist. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di axaftina xwe de balê kişand ser qirkirina jinan û got di 10 mehên destpêka sala 2015'an de 346 jin hatine qetilkirin. Yuksekdag, Selamet Yeşîlmen a ku li Nisêbînê hate kuştin jî bibîrxist û got "Ew ê bibe şerma we, belayê we û laneta we."

Koma Jin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclîsê civiya. Gelek saziyên jinan jî tevlî civînê bûn. Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan axaftina vekirinê kir û da zanîn ku piştî 7'ê Pûşberê bi 32 parlamenterên jin koma jinê ava kirine, piştî 1'ê Mijdarê jî bi 23 parlamenteran koma jinan hebûna xwe berdewam dike. Buldan diyar kir ku ewê daxwaza jinan bigihînin Meclîsê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di axaftina xwe de bi giranî rewşa şer a li Kurdistanê û polîtîkayên Hikumeta AKP'ê nirxand. Yuksekdag balê kişand ser qedexeyên derketina kolanê ya li Kurdistanê û got "Di bin vê şiddetê de, qadên jiyana jin, zarok û hemû insanan bûye dojeh." Yuksekdag diyar kir ku di 6 mehên dawî de 20 ji wan jin, 26 ji wan zarok 140 sivîl hatine qetilkirin.

10 MEHAN DE 346 JIN HATIN KUŞTIN

Yuksekdag da zanîn ku di 10 mehên destpêkê ya sala 2015'an de, 346 jin hatine qetilkirin û got şiddeta di siyasetê de qirkirina jinê jî bilind dike.

Yuksekdag, kuştina Selamet Yeşîlmen a li Nisêbînê bibîrxist û wiha axivî: "Bedena wê ya bê can a li ber deriyê malê, wesîkaya şermê ya desthilatdariya vî welatî ye. Selamet Yeşîlmen dê bibe şerma we, belayê we û naleta we. Ewê dev ji we bernede."

Yuksekdag diyar kir ku di qedexeyên derketina kolanê de heya niha 60 welatî hatine qetilkirin û got "Eger li welatek din ev bihata jiyin, dê erd bihejiya."

Yuksekdag, derbarê koma jin a HDP'ê de jî axivî û got "Êdî du komên HDP'ê li Meclîsê hene." Yuksekdag, di axaftina xwe de balê kişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn û pêşniyarên çareseriyê jî anî ziman.