Yuksekdag: Siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku welatiyên di teqîna Enqereyê de birîndar bibû wan ziyaret kir, da zanîn ku siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku welatiyên di teqîna Enqereyê de birîndar bibû wan ziyaret kir, da zanîn ku siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine û wiha got: "Li dijî şer gel aştiyê dixwazin. Xwestin vê hêzê parçe û belav bikin. Ji wê zarokên me parçe kirin. Hûn me bikin hezar parçe jî em ê dîsa bigihîjin hev û her parçeyên me dê dîsa bêje azadî." Yuksekdag bal kişand ser biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê û got ku di vê pêvajoya ku deriyê aştiyê hatiye vekirin de bombe hatine teqandin û got qaşo dixwestin çek bên bêdengkirin, çima pêşiya vê qetlîamê negirtin."

Yuksekdag di Hevseroka HDP'ê ya Akdenîzê Leyla Ozmen, Gule Bakirhan û Esma Oguz ku di qetlîama Enqereyê de birîndar bûn ziyaret kir. Piştî ziyaretê Yuksekdag derbasî Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya HDP'ê bû û ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Yuksekdag li vê derê axivî û diyar kir ku ji her aliyê Tirkiyeyê re cenaze diçin û li ser gelê Tirkiyeyê bêdengiya mirinê hekîm bûye û got ku wê tarîtî bi aştiyê ronî bibe.

Yuksekdag anî ziman ku ew li hemberî siyasetek ku heqîqet û nirxên mirovahiyê ji hev parçe kirine re rû bi rû mane û wiha got: "Ji ber ku em dibêjin berpirsiyarê vê komkujiyê AKP ye ji aliyê nûnerên desthilatdariya siyasî ve zimanekî jehrî tê bikaranî û me di bin gumanbariyê de dihêlin. Êşa me û hêrsa me jî mezin e. Bila ti kes hesabê vê yekê ji me nepirse."

'SIYASET Û JIYAN BI ŞER JEHRÎ KIRIN'

Yuksekdag balê kişand ser gotinên Davutoglu ku gotibû "Me kiryarên Pirsûsê girt û teslîmî edaletê kir" û wiha got: "Kesê ku gotin ‘Me girtiye’ ew kes bombeyê zindî ye. We vê siyasetê û jiyanê bi şer jehrî kir. Li dijî şer divê aştî. Li dijî şer hêza ku tenê divê pêk bê yekîtî ye. Dixwazin vê yekîtiyê parçe bikin, lê em ê destûr nedin ku ti kes hêza me parçe bike."

'EM BIBIN HEZAR PARÇE JÎ DÎSA JÎ EM Ê BÊJIN AŞTÎ'

Yuksekdag da zanîn ku kesên xwe wan re digotin "Zarokên baş" û wan di nava xwe de kedî kirin, îro çeteyên DAIŞ'ê qetlîam pêk anî û wiha pêda çû: "Bila ti kes vî gelê nexwe dêlva xêvikan. Em baş dizanin ku bi asta hişmendiya ku gelê me gihiştîye kujeran dikarin bidin darizandin. Ji ber ku wan vê hêza me dizanibû xwestin parçe bikin. Ji ber wê jî zarokên me parçe kirin. Me bikin hezar parçeyan jî em ê dîsa bên gel hev û her parçeyek me dîsa bêje azadî."

'DI PÊVAJOYEK KU DERÎ DIHAT VEKIRIN BOMBE HAT TEQANDIN'

Yuksekdag balê kişand ser biryara KCK'ê ya bêdengkirina çekan û wiha bi dawî kir: "Di roja ku KCK'ê agirbestê îlan kir de vê teqînê pêk hat. Qaşo we dixwest çek bên bêdengkirin. We çima pêşiya vê qetlîamê negirt. Di pêvajoya ku deriyê aştiyê vedibû bombeyan teqandin. Êrîşê kesên ku qetlîama şermezar dikirin kirin û zaroka 3 sal û nîv qetil kirin."