Yuksekdag: HDP veguheriye yekane alternatîfa demokratîk

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna koma partiya xwe de rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de axivî û destnîşan kir, ku li dijî koalîsyona tarî, HDP yekane nûnerê rasteqîn ê demokrasiyê ye. Yuksekdag got, "Wan bi pratîka xwe ya darbeyê ve HDP veguherandine yekane alternatîfa demokratîk."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna koma partiya xwe de rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Yuksekdag got, "Li her derê, meşa me ya mezinkirina enerjî û biryardariya gelan dewam dike. Em vê meşa xwe, li hemberî her şêwe êrîşan bi biryardarî didomînin." Yuksekdag da xuyakirin, ku guhertina Destûra Bingehîn a li Meclîsê hat qebûlkirin, bandora mekanîzmaya darbeyê li Meclîsê ye û got, "Sê partiyan koalîsyona darbeyê ava kirin. Nêzîkatiya van her sê partiyan, helwesta antî demokratîk raxist pêş çavan."

Yuksekdag ji desthilatdariya AKP/Qesrê re got, "Di van rêyên tarî yên hûn jê derbas dibin, desthilatdariyên beriya we jî jê derbas bûn. Ti ji wan negihaştin armanca xwe. Yên îro jî wê mîna yên beriya xwe di nava tarîtiyê de bifetisin."

Yuksekdag destnîşan kir, ku li dijî koalîsyona tarî, HDP yekane nûnerê rasteqîn ê demokrasiyê ye û got, "Wan bi pratîka xwe ya darbeyê ve HDP veguherandine yekane alternatîfa demokratîk."

Hevseroka HDP'ê diyar kir, wekîl û gelên di bin sîwana HDP'ê de siyaset kirin, ti carî nebûn xwedî mafê destnedanê û qebûlkirina vê qanûnê weke darbeya qesrê pênase kir.

Yuksekdag li ser helwesta CHP û MHP'ê jî ev nirxandin kir: "Koalîsyona AKP-MHP ji xwe ava bûbû. CHP'ê jî got, 'tevî ku li dijî destûra bingehîn e jî em ê jê re bêjin erê'. Bûn hevparê vî gunehê dîrokî. Îro li pêşberî me koalîsyoneke sûc heye. Yên ku dibêjin qanûn li dijî destûra bingehîn e, divê zanibin, ew jî bûne hevparê vî gunehî. Jİ ber ku em ê ji bîr nekin."