Yuksekdag: Em ê têkoşînê heta serkeftinê bidomîn in

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyamek jib o Konferansa Kurd a li YE’yê re şaand. Yuksekdag anî ziman ku li Tirkiyeyê rejîmekî diktatoriyê heye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, îro ji bo 13. Konferansa Kurd a li Parlementoya Ewropa ya li paytex Bruksel a Belçîkayê hate lidarxistin re peyamek şand.

Di peyama Yuksekdag de bal hate kişandina ser van xusûsan:

“Rêz û silav ji hemû başdarvanên konferansê re,

Weke HDP ji ber meşandina têkoşîna demokratîk, ji aliyê rejîam Erdogan ve 4’ê Midarê ve li gel 9 hevalên xwe yên parlementer hatine girtin. Ji ber ku nameyên me yên nivîskî li ser fermanên Wezîrê Edaletê ji aliyê rêveberên girtîgehê ve tên sansûrkirin, ji ber vê yekê ez peyama xwe bi gotinî bi rêya parêzerên xwe ji bo we radigihînim. Em hilbijêr li pişt hesina ji ber sanûrnên ne qanûnî neçarin ku peyamên xwe bigihînin, li Tirkiyeyê tenê ev yek ji pêkanînên rejîma diktatoriyê ye. Ji ber sedemên bi vî awayî li dijî vê rejîmê parastina gelê xwe yên ku tên cudadîtine.

Di wê baweriyê de me ku konferansa ji aliyê EÛTCC’yê ve hate lidarxistin, bûyerên ku li Tirkiyeyê tê kirin û hê jî dewam dike bi awayekî berfireh bê nirxandin û xistina giştî rojeva Ewropa û nirxandin. Li ser vî bingehî tevgerên mîna HDP’ê di serî de li dijî rejîma AKP’ê ya diktator, rejîma totalîter a bi Sykes-Pîcot hatî avakirin bûye hêviya têkoşîn û azadiyê ya li Rojava, Tirkiyeyê û Kurdistanê, em ê heta serkeftinê vê têkoşînê bi meşînin .

Ez hemû beşdarvanên ku beşdarî konferansê bûne silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”