YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildar 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.

YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û diyar kir, ku rojnamevanên Kurd li gel her cure gef û zextan jî xebatên xwe didomînin. YRD'ê wiha got: "Çapemeniya Kurd a azad ji bo jiyaneke azad, xwedî vîn û demokratîk a Kurdan çêbibe xwedî mîsyoneke giran e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd li kedkarên çapemeniya azad ku ji bo bibin dengê heqîqetê her li ber xwe didin, her deqeya xwe dispêrên têkoşîna azadiyê pîroz dikin."

YRD'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser pêvajoya destpêkê ya avabûna çapemeniya Kurd û diyar kir 22'ê Nîsana 1898’an weşana rojnameya Kurdistanê weke Roja Rojnamevanên Kurd hatiye diyarkirin.

Bi domdarî hate gotin çapemeniya Kurd a ku li mişextiyê dest pê kiriye heta bi pêvajoya Serxwebûnê ji bo ku agahî bi gel re were parvekirin çapemeniya Kurd ji bo jiyana azad têkoşîn jî daye, xebatên weşana Kurd ji bo welatê azad, avakirina civaka azad bûye yek ji girîngtirîn amûr û hate gotin: "Ev sazîbûn bûye deng ji civakê re ku dixwaze azad bijî û bûye dengê heqîqetê."

'JI YA XWE NAYÊN XWARÊ'

Di daxuyaniya YRD’ê de hate gotin çapemeniya azad a Kurd bûye xwedî hêzeke wiha ji muxalefeta tîpik, tenê rexnegirî û bêalîgiriyê derbas bûye bihurî ye û wiha hate gotin:
 
"Li her devera ku civakîbûn di talokeyê de ye li hêla azadiya civakê sekiniye. Di rexnegiriyê de her wiha lê kola ye bê ka jiyana civakê ya azad û xwedî vîn çawa wê were avakirin û hewl daye ku vê jî vebêje."

YRD'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser zext, êşkenceya li ser kedkarên çapemeniya azad ku têkoşîna azadiyê ya civakî didin û got, bêyî ku ji ya xwe werin xwarê xebatên xwe domandine û wiha bi nav de çû: "Her neferekî çapemeniya azad, bûye dengê Kurdê azad. Nûçegihanên ku di hedefa serdestan de ne, xwedî li kevneşopiya 119 salan derdikevin û berxwedana xwe didomînin."

'ÇAPEMENIYA KURD BI BERPIRSYARIYEKE GIRAN RE HEVRÛ YE'

Bi domdarî YRD'ê got çapemeniya azad a Kurd ji bo ku Kurd bibin jiyaneke azad, xwedî vîn û demokratîk xwedî mîsyoneke giran e û got: "Ji Mazlûm Dogan ta bi Mazlûm Erencî, ji Gurbetelî Ersoz ta bi Deiz, Şîlan, Apê Mûsa, Rohat Aktaş, Evîndar Cûdî, Arhat, Nûjiyan û Evînan kevneşopiya berxwedanê hem azweriya me ya têkoşînê geş dike hem jî berpirsyariya me zêdetir dike. Em  Roja Ragihandina Kurd li hemû kedkarên çapemeniya azad ji hiş diherikin pênûsan û di têkoşîna me ya azadiyê de kedê didin û li hemû gelê xwe pîroz dikin."