YRD'ê bang li her kesî kir ku xwedî li Azadiya Welat derkevin

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) terora dewletê ya li hemberî Azadiya Welat şermezar kir û banga xwedîderketina rojnameyê kir.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk li ser zextên li hemberî rojnameya Azadiya Welat daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku xwedî li rojnameya Azadiya Welat derkevin û hat ragihandin, ku dewleta Tirk gelên Kurd, Ereb Suryanî qetil dike û nikare xwe li çapemeniya vê komkujiyê dike nûçe rabigire.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, ku li pêşiya hemû maf û azadiyan bûey asteng, herî dawî rojnameya Azadiya Welat girt û mora xwe danî binê rewşeke nû ya sosret.

Desthilatdariyeke ku tank, balafir û artêşa xwe daye destê çeteyên 'Artêşa Azad', El Nûsra û DAIŞ'ê, li pêş çavên tevahiya cîhanê bombeyan li wargehên Kurd, Ereb û Suryaniyan dibarîne û komkujiyan dike. Di heman demê de nikare xwe li çapemeniya ku nûçeya vê diweşîne, rabigire.

Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, duh rojnameya Ozgur Gundem, îro jî rojnameya Azadiya Welat girt û bi dehan xebatkar binçav kir. Eger jê heye ku dikare bi vî rengî Tirkiyeyê bi rê ve bibe, hingî xwe dixapîne. Divê neyê ji bîr kirin, welatek nikare bi vî rengî were birêvebirin. Ev civak nikare hîn bêhtir xwe li van rabigirin, nabe xwe lê rabigire.

'WÊ NIKARIBIN BI ME; EM BÊDENG NEMÎNIN'

Erdogan ê ji mejî bêpar ma ye, ku her dipeyive radibe qala tekparêziyê dike, careke din ji cîhanê re ragihandiye ku ew Kurdan înkar dike. Weke YRD'ê em li cem çapemeniya azad û alternatîf in. Êrîşên bi vî rengî yê faşîst nikarin bi me. Li ser vê bngehê em bang li hemû hêzên mafên mirovan û azadîparêz dikin, ku li ber van êrîşên faşîst rabin."