Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

YPG: Êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê berdewam dikin

Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku 23’yê Cotmehê çeteyên DAÎŞ’ê di saetên nîvro û êvarî de bi çekên navîn êrîş birin li ser gundê Kurdîşan a dikeve başûrrojhilatê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê û wiha dewam kir; “Di heman demê de çeteyan xwestin têkevin qadên hêzên me jî. Piştî bersivdayina hêzên me çeten neçar man ji qadê birevin.

Çeteyên DAIŞê heman rojê xwestin bi wesayîteke teqemenî barkirî êrîşî gundê Şemsedîn ya di heman herêmê de cih digre bike. Dîsa 2 çeteyan hewl dan ji vir têkevin qadên me. Piştî destwerdana hêzên me maşîne û çete neçar man ji qadê birevin.”

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ WELATIYÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ KIR

YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk êrîşî welatiyên Bakurê Sûriyeyê dike û eşkere kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk, 23’yê Cotmehê ji hember gundê Kel Hesenîkê ya giredayî Tirbespiyê heta gundê Endiwêr a giredayî Dêrîkê seranserî tevahî xeta sînor, bi zirîpoş û maşineyên zirxî tevgeriyaye û di heman demê de Arteşa Tirk bi çekên giran axa Bakurê Sûriyeyê bê serûber gulebaran kiriye.

YPG’ê di dewama daxuyaniyê de ev agahî parve kirin; “Heman rojê artêşa Tirk 2 hemwelatiyên sivîl ên dixwazin ji sînor derbasî bakur bibin girtin. Piştî ku êşkence li her du kesan kirin, ew anîn nêzî gundê Heşişa ya dikeve navbera Girê Spî û Serêkaniyê û şandin rexê Rojava û ji pişt ve gulebaran kirin. Di encama gulebarana arteşa Tirk de kesê bi navê Îbrahîm Xelîl Kurdo jiyana xwe ji dest da û kesê din ê birîndar bûyî jî ji aliyê hêzên me ve rakirin nexweşxane.

24ê Cotmehê (îro) di saetên siharê de çeteyên DAÎŞ’ê li dijî çeperên hêzên me ya rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşek li dar xistin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê bi demkurtî şer rû da. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li vir nehat zelalkirin.”