YPG: Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

YPG’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a li hember xaka Rojava dewam deke.

Navenda Çapemeniya YPG’ ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê lidardixin daxuyaniyek da.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 29’ê Tebaxê di saet derdora 14.45’an de bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Talikê ya ku dikeve navbera Qamişlo û Amûdê. Di encama êrîşa arteşa Tirk de jî şervanekî me birîndar bûye.”