YPG: Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê hate pûçkirin, êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Şedadê hate pûçkirin, gelek cenazeyên çeteyan û cebilxane hatin desteserkirin û ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dewam dike.

Navenda Ragihandina YPG daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku şerê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku 23’yê Tebaxê li dijî herêma gundê Azawî ya ku dikeve başûrê Şedadê destpê kiribû ket roja xwe ya seyemîn û got; “Çeteyan bi alîkariya maşîneyên zirxî û kesên xwekûj li dijî çend nuqteyên hêzên me yên dikevin 12 km rojhilatê Şedadê êrîşên nû li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me êrîşên çeteyan hat şikandin û çete neçar man xwe ji qadê vekşînin.

Di encama vî şerî de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara van kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 8 cenazeyên çeteyan, dest danîn li ser 7 kleş û 24 jerjora kleşê, 2 BKC, 1 roketavêja B7 (RPG).

Şerên li derdora gundê Azawî hê jî cih bi cih berdewam dike.”

OPERASYONA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YA LI BAŞÛRROJHILATÊ BENDAVA TIŞRÎNÊ DEWAM DIKE

Navenda Ragihandina YPG ragihand ku operasyona hêzên wan a ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê, şeva 23’yê Tebaxê li başûrrojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike û got; “Hêzên me ji duh ve li vê qadê pêşketina xwe domandin û 2 gund û 3 gundik ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistin. Encamên vê operasyonê piştre wê were ragihandin.

Çeteyan jî li dijî vê operasyonê 24’ê Tebaxê di saetên sihare de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadiriyê ya dikeve nêzî herêma operasyona hêzên me.”

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÊN LI DIJÎ FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ DIDOMÎNE

Navenda Ragihandina YPG da xuyakirin ku arteşa Tirk li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dike û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 24’ê Tebaxê, di saetên nîvro de li gundê Meydan Ekbez a giredayî navçeya Raco ya Efrînê sînor derbas kirin û demekê li vê herêmê man. Piştre leşkerên arteşa Tirk carek din ji sînor derbasî aliyê din ê sînor bûn.”