YPG’ê têkîldarî şervanên ku ji hêla dewleta Tirk li başûrê Cerablûsê dîl hatine girtin daxuyanî da

YPG’ê diyar kir ku dema yekîneyek wan a ji 4 kesan pêk dihat ji bo rizgariya sivîlan û alîkariya tenduristiyê ya gundê ku dewleta Tirk qetlîam pêk anîbû ketibûn rê, dewleta Tirk ew dîl girtine.

YPG’ê diyar kir ku dema yekîneyek wan a ji 4 kesan pêk dihat ji bo rizgariya sivîlan û alîkariya tenduristiyê ya gundê ku dewleta Tirk qetlîam pêk anîbû ketibûn rê, dewleta Tirk ew dîl girtine. Her wiha YPG’ê ji bo tenduristî û jiyana şervanan dewleta Tirk hişyar kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşandi, bi bîr xist ku balafirên arteşa Tirk roja 28’ê Tebaxê li dijî gundê El Kûsa ya dikeve başûrê Cerablûsê bombebaran lidarxisti bû û wiha dewam kir: “Di encam de bi dehan sivîl hatin kuştin û hejmarek ne diyar sivîl jî hatibû birîndarkirin. Piştî vê êrîşê navenda fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ku li nêzî vê herêmê bû, ji bo rizgarkirina sivîlan û tedawiya birîndaran bangawaziya alîkariya lezgîn kirin.”

YPG’ê diyar kir ku li ser esasê vê bangawaziyê yekîneyek a ji 4 kesan pêk tê û li ser pira Qereqozax amadebûn xwestin bi awayekî lêz xwe bigihînin vê herême û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Lê, arteşa Tirk û komên çeteyan ên giredayî arteşê maşîneya ku yekîneya me di nav de bû xistin kemînê û 4 şervanên me dîl girtin.”

YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de dengê xwe li dewleta Tirk kir û ev got; “Em raya giştî agahdar dikin ku ji jiyan û tenduristiya şervanên me, em yekser arteş û dewleta Tirk berpirsiyar digrin.”