Yildirim: Li Nisêbînê dixwazin Cîzîreke nû bidin jiyîn

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim li Meclîsê civînek ya çapemeniyê li dar xist. Yildirim anî ziman ku li gundê Xerabê Bava ya girêdayîn Nisêbînê qetlîamekî mîna ya Cizîrê tê kirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, têkildarî hovîtiya li gundê Xerabê Bava ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê daxuyaniyek ya çapemeniyê li dar xist. Yildirim wiha got: “Li gundek yê navçeya bajarekî vî welatî ev 10 roj in qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, ji vê bûyera ku li wir diqewime civak çiqas jê agahdar e. Li gundê Xerabê Bava zilm û êşkenceyek bê navber tê kirin, agahiyên kuştina bê daraz tên, rêveber rayedarên dewletê  li beramberî vê yekê bêdeng in.

Yildirim wiha anî ziman: “Em zilm û pêkanînên ji salên 90’î zêdetir û heta mirov bêje rehmet li salên 90’î di vê pêvajoya Rewşa Awarte de hatin kirin re rû bi rû ne.” Yildirim wiha nirxand: “Li Nisêbînê şopa êşkenceyên pir giran û xedar li ser bedenê cenazeyên rakiribûn nexweşxaneyan hebûn. Jinên ku xwedin û nivîsandina wan tine ne belgeyên ku nizanin çi li sere, bi wan didn îmzekirin. Ez pirs ji Wezareta Karê Parastin û Wezareta Karê Derve dikim, çima rê nayê dayîn kesên ku bixwazin ji gund derkevin. Li ser belgeyên tên îmzakirin çi hene? Bila neyê ji bîr kirin civaka Cizîrê qezenç kir. Li Nisêbînê Cizîrek nû tê jiyîn.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, bal kişand ser van xisûsan:

 “Piştî li Cizîrê qedexeya derketina derve hate rakirin û şûn de, piştî 3 mehan paketa kû çi li Cizîrê qewimî hate amadekirin, lê ji bo berpirsyar neyên darezandin ji bo wan distûrekî ya destlênedayînê hate amadekirin. Ji bo leşkerên ku hovîtî û pêkanînên dij mirovahiyê dan meşandin distûra destlênedayîna amadekirin bû sedem ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bê kirin. Desthilata ku ji bo leşkerên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê qetlîam kirin distûra destlênedayîn amadekirin, binegah darbeyê çêkir. Yên ku deslêndayîna leşkeran anîn, ji beriya wê 10 rojan bi rakirina destlênedayîna Parlemeterên HDP’ê ve mijûl bûn.

AKP di pêvajoyeke wiha de dixwaze biçe referandûmê lê di referandûmê de ‘Na’ jî derkeve û ‘Erê’ jî derkeve û hûn ê biçin. Feraset û wijdanê vê civakê xurt e. 16’ê Nîsanê em ê hemû bibînin ku wê ‘Na’yeke cihê û watedar derbikeve. Wê demê Bînalî Yildirim jî wê dawî li jiyana xwe ya siyasî bîne. Jixwe wî bi xwe jî got sîstem qediyaye û bi vê sîstemê nema dimeşe. Ji bo vê jî Bînalî jî wê bibe miriyekî siyasî. Tam weke Davûtoglû yê ku par li ser Cizîrê, Sûr û Silopyayê xwe dinepixand ew ê jî biçe. Hûn ê jî bibin weke Davûtoglû ku bû Cizîrê re bûbû yek. Davûtoglû baş xirab hilbijartinek bi ser xistibû. Te çi bi dest ve anî? Di serî de Bînalî divê ji bîr neke ku bûyerên wiha qulikên reş in û wê berpirsê bûyerên bi vî rengî jî, vî şerî jî biqurpîne.

Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî ûcdan in û bang li rêxistinên civakî dikin ku bibêjin; ‘’Li Nisêbînê çi dibe?’’ Çima yek bi yek dikevin hemû malan û êşkencê dikin. Çima hemû mêrên gund têne binçavkirin? Çima jin nikarin zarokên xwe têr bikin. Çima 5 hezar ajalên gund li ber mirine ne? Di sala 2017’an a Tirkiyê de ev bûyer dibin.

Wekîlên AKP’ê yên Mêrdînê hene. Ez bang li yekî ji wan dikim; tu sala 1992’yan, Îlonê bi Mûsa Anter re birîndar bûyî. Ji kevneşopiyeke ku gule bi ser wan de dibarin tu çawa bûyî endamê desthiltdariyeke wiha ku guleyan direşîne? Li vî gundî ku herêma te ya hilbijartinê ye êşkence tê kirin. Haya te ji vê heye? Hata te jê hebe çima bêdeng î? Berpirsê vê zilm û komkujiyê tu yî? Desthilatdariya ku tu endamê wê yî, li herêma te ya hilbijartinê guleyan bi ser hilbijêran de direşîne.

Parlamenterên me dibin navê qanûnên kavilane de tên girtin. Piştre tê berdan û bi çi şêweyê ku di qanûnan de nîne carek din dîsa tên girtin. Daxwaza girtina Balûken û Encu bi kîjan madeyê hatiye derxistin? Ji xwe yekî girtî em behsa berdana wî dikin. Di Destûra Cezayên Tirk de jî netewek wiha nîne.

Ya tê dîtin ewe ku bi zextan dixwazin di referandûmê de 'Erê' derbikeve û HDP'ê jî weke rikberê xwe yê mezin dibîne. HDP kampanyayekî girîng a 'NA' bi rê ve dibe. Serokkomar jî baş têgihiştiye ku yê vê hilbijartinê diyar bike ne CHP û MHP ye, dizane tenê HDP ye. Duh bi eşkere nîşanda ku ji hilbijêrên HDP'ê deng daxwaz kir. Serokkomar vê yekê baş fêrbûye û bi daxwaz dang li hilbijêrên HDP'ê dike. Vê yekê bila we beriya zilma 2 salan baş bizanîbûya. Tesbîta we raste lê hûn direng mayîn. Çi dibêje? 'deng bidin' Serokkomar tesbîtekî rast kiriye. HDP'ê bi şêweyekî bi hêztir û tevlîbûnekî zêdetir wê dengê 'NA' bide. Bi şêweyê çûyîna li bajarê Xerpêt ê Kurdan li derdorê wê daxwazkirina dengan ji hilbijêrên HDP'ê wiha ye? Bê dudiliyê nekin, hilbijêrên me û bingehê me bê dudiliyê nakin. Wê ji xwe bi hêztir dengê 'NA' bidin. Em îda dikin ku aktivîte me yên ku li bajarên Tirkiyê jî wê dengê 'NA' derbikeve.

Ev hemû bi paketa destûra bingehîn ve girêdayî ye. Çi dibêje Serokkomar, Serokwezîr? Navê me tînin ser zimanê xwe û bibîr dixe ku emê bêjin NA. Ev jî dide nîşandan ku partiya me xebatek rast dike. Ev 3'ê sale serokatiyê dixwaze û vê hertîm tînin ziman. Ev paketa he beriya niha mehek û nîv hat rojevê. We hemû qenalên televziyonê dîl girt, we çikir ev paketa ku ji 18 xalan pêktê bi 1 xalê hûn nikarin nîşanî gel bidin. Em dibêjin 'NA' ji ber wê hûn dibêjin NA. Me dikarî her xalek yê peşnîyara xwe ji gel re rave bikira û ji bo gel bidaya vegotin. We heta niha dîtiye ku xalek yê vê paketê ji gel re vegotin kirî û xistine gotûbêj kirine? Hebe nebe HDP dibêje 'NA' wê demê kampanya ku hûn bi rê ve dibin ne ya 'erê' ye ya 'NA' ye. Îxtidara siyasî baweriya wan bi peketa wan nayê. Îxtidara siyasî alavekê nabîne ku ji paketa xwere bibêje 'erê’.