Yên ku li ser ‘Siberoja Sûriyeyê’ gotûbêjan dikin hê jî li heman odeyê neciviyane

Tevî ku hevdîtinên Cinêv-4 kete roja xwe ya 3’emîn jî, hê jî Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê de Mîstûra nekariye aliyan di heman odeyêde li hev bicivîne.

Civînên dualî yên hevdîtinên Cinêv-4 ên di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk tên, didome. Tevî ku hevdîtin ketin roja 3’emîn de, hê jî Nûnetê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê de Mîstûra nekariye aliyan di heman odeyêde li hev bicivîne.

Civînên dualî yên di roja 3’emîn ên hevdîtinên Cinêv-4 ku li Buroa NY a li bajarê Cinêv ê Swîsreyê ku di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku di bin navê ‘Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî kirin û çareseriyek siyasî dîtin’ de dewam dike.

Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, Heyeta Rejîmê ya di Serokatiya Nûnerê Taybet ê Sûriye yê NY’yê de û heyeta ‘Muxalîf’ a di serokatiya Nasir el-Harîrî cudacuda hevdîtin lidar xistin,hewl da têkildarî çareseriyê nirxandinê wan bigre.

Nûnerê Taybet ê NY’yê De Mîstûra heta niha ji hevdîtinên di bin navê çareseriya siyasî û dawîkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ti encam bi dest nexistiye. Di hevdîtinên heta niha de ku Mîstûra li ser mijarên rêveberiyê, amadekariyên destûra nû û pêvajoya hilbijartinê bi aliyan re lidar xistî, heta niha alî li ser ti mijarê li hev nekirine.

Tevî ku hevdîtin di roja 3’emîn de be jî de Mîstûra ji derveyî roja yekem a axaftinê kirî nekariye aliyan li odeyekê bine cem hev.

Li aliyê din Berdevkê Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Mîchael Content agahiyên bi çapemeniyê re parvekir diyar kir ku heta niha karê hate kirin pêvajoya navbeynkariyê bû, ji bo pêvajo derbasî hevdîtin bibn hewldan tên kirin.