Yasaya bûdceya 2017'an a Iraqê hat erêkirin

Li Parlamentoya Iraqê bi dengên zêde yasaya bûdceya 2017'an a Iraqê hat pejirandin.

Parlamentoya Iraqê têkildarî mijara bûdceya 2017'an a Iraqê bi tevlîbûna 186 parlamenteran kom bû. Her wiha koma PDK'ê ya li Parlamentoya Iraqê tevlî rûniştinê nebû û bi dengên zêde yasaya bûdceya 2017'an a Iraqê hat qebûlkirin.

 Rûniştina Parlamentoya Iraqê bi dawî bû. Her wiha yasaya bûdceya giştî ya 2017'an a Iraqê bi dengên zêde yên parlamenteran hat qebûlkirin.

Di bûdceya 2017'an a Iraqê de hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê wê rojane 550 varêlên petrolê bişînin Bexdayê û li beramberî vê jî wê ji sedî 17 para xwe ya petrolê wergire.

Ji bilî koma PDK'ê, partiyên din ên herêma Kurdistanê ji bo bûdceya 2017'an a Iraqê amade bûn û deng bi kar anîn.

Hêjayî gotinê ye kû şevê din Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî vê yasayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û gotibû ku ev yasa li dijî Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin.