NÛ BÛ

Xizmên windayan: Hişmendiya dewletê ya 90’î û niha heman e

Li Îzmîr û Amedê çalakiyên edaletê yên ximên windayan û parêzvanên mafê mirovan didomin. Di çalakiyê de îşaret bi pêkanînên salên 90’î hate dayîn, bal kişandin ser bûyerên ku li gundê Xerabê Bava diqewime.

Li Îzmîrê di çalakiya ku ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û gelek kesan jî cih girtin. Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di salên 90'an de 3 hezar gund hatin valakirin, xirakirin û şewitandin, bi hezaran kes jî hatin kuştin û girtin.

Aydin destnîşan kir ku li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê pêkanîn û êşkenceyên wekî salên 90'î diqewimin û piştî van îdiayan dîmen di çapemeniya civakî de hatin parvekirin û wiha got: "Lİ gorî agahiyên welatiyên ku ji gund hatine derketine mal hatine şewitandin û kesên hatine binçavkirin li qada gund tên êşkencekirin.”

Aydin aqûbeta Bavê 8 zaroka Hamît Bal û biraziyê wî Bayram Bal ên di 1994'an de di bin çavan de hatin kuştin pirsî û got ku dema serdegirtinan de Hamît Bal bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" 7 caran hatiye binçavkirin û bi êşkenceyên hovane lê hatine kirin.

Aydin diyar kir ku ku di Aara 1994'an de jî leşker û cerdevanan di ser gundê Xerabê Bava de girtine û wiha berdewam kir: "Bayram Bal û Hamît Bal bi fikara dibe ku bên çavkirin li cem mala xwe li ceheke xwe veşartine. Cerdevanan ew li cihê xwe veşartine derxistin û binçavkirin. Hamît Bal û Bayram Bal bi wesayîta leşkerî ve birin. Ji bo ku aqûbeta wan bipirsin gelek caran serî li rayedaran dan. Ji qereqolê bersiva 'me ew berdaye ew dibe ku çûbûn tevlî rêxistinê bûne' dane wan."

Aydin destnîşan kir ku piştî ku 2 meh û 7 roj li ser binçavkirina Hamît Bal û Bayram Bal derbas bû cenazeyên gundê Sîtîlîlê yê nêzî gundê wan li şantiyeyekî ji aliyê gundiyan ve hatine dîtin û wiha got: "Hamît û Bayram Bal bi guleyê hatibûn kuştin. Dîsa li ser bedena wan şopên êşkenceyê hebû. Li gorî agahiya beriya 2 rojan keça Hamît Bal, Gulê Zengîn jî di vî operasyona dawî de hatiye êşkencekirin û hê jî ji wê agahî nayê girtin."

Piştre Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku ji 1995'an heta niha bêyî ku bêzar bibin ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakî li dar dixin, dîsa bi heman îdiayan e rû bi rû ne. Turkdogan wiha got: "Ma kî dixwaze li welatekî edalet tuneye bijî. Yên ku vî welatî bi rê ve dibin ji me re qala edaletê kirin lê nekarîn bidin me. Ev şer canên me digire û divê ev şer bi dawî bibe. Pêdiviya li hemû kesên li ser vî axê dijîn bi aştiyê heye. Li van qadan her hefte em gelek tiştan dibêjin. Li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Şirnex, Riha, Enqere û Wanê em qîr dikin. Pêdiviya me qasî nan û avê bi aştiyê heye."

AMED

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi slogana "Bila Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 419'emîn awqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn. Xizmên windayan beşdarî çalakiya li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin bûn û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan got ku wekî roja destpêkê heta niha jî aqûbeta windayan bipirsin. Orhan diyar kir ku di salên 90'an de gelek kes hatine kuştin, pêkanînên salên 90'an hê jî didome. Orhan destnîşan kir ku hişmendiya dewletê ji wê rajê heta niha qet nehatiye gûhertin.

Orhan bal kişand li ser pêkanînên li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê ku 15 roj in di bin dorpêçê de ye û got ku tê xwestin şîdet bê rewakirin.

Piştre jî Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê di 22'ê Sibata 1994'an de li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li qiraxa rêyekî hate dîtin, par ve kir.

Yalçin wiha got: "Zekî Yilmaz di 1'ê Tîrmeha 1963'an de li gundê Belencîkê ya navçeya Elbaka Wanê ji dayik bû. Di 14 saliya xwe de bi malbata xwe re li navçeya Gevera Colemêrgê bi cih bûn. Yilmaz li wir bi bazirganiza sewalan debara malbata xwe dikir. Yilmaz beriya ku bê windakirin gelek caran bi ser mala wî de hat girtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate tehdîdkirin. Piştre jî 3 kesên bi çek û bi rûpoş ve bi zorê li wesayîtê hate siwarkirin û hat revandin. Piştî ku malbat ji revandina Yilmaz agahdar bûn ewil serî li qereqolê û Dozgeriya Geverê xwest agahî bigire lê ti caran bersiv negirt. Piştre kesekî ku hate cem malbatê got ku Yİlmaz li taburê ye. Piştî demeke cenazeyê Yilmaz di 26'ê Sibata 1994'an de li nêzî gundê xwe li qiraxa rçyekî cenazeyê wî dît. Devê Yilmaz hatibû bantkirin, diranên wî hatibû kişandin, serê wî hatibû perçekirin î êşkence li bedena wî hatibû kirin, bi dehan şopên guleya li bedena wî hebû."