Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê: Em amade ne navbeynkariyê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter da xuyakirin, ku Swîsre di mijara parastina mafên mirovan û dewleta hiqûqê de ji Tirkiyeyê bi fikar e.

Bûrkhalter diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û vegera li pêvajoya aştiyê Swîsre amade ye bi berpirsyarî rabe û got, "Weke Konseya Federal di mijara lihevkirina bi Kurdan re, eger her du alî bixwazin, em amade ne bibin navbeynkar û min ev yek di hevdîtina 3 Mijdarê de li Bernê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re ragihand." Bûrkhalter da xuyakirin, ku heta niha ji Tirkiyeyê daxwazeke bi vî rengî nehatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter bersiv da pirsên 12 parlamenteren federal ên Partiya Sosyal Demokrat li ser pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê.

Bûrkhalter yek bi yek bersiv da hemû pirsan û bal kişand ser pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê.

'EM JI BÛYERÊN PIŞTÎ HEWLDANA DARBEYÊ DIQEWIMIN, BI FIKAR IN'

Bûrkhalter da zanîn, Konseya Federal bi baldarî rewşa li Tirkiyeyê dişopîne û anî ziman, mafê Tirkiyeyê heye di çarçoveya destûra bingehîn û hiqûqa gerdûnî de li dijî hewldana darbeyê têbikoşe.

Bûrkhalter got, "Lê belê Swîsre, ji tedbîrên bi ragihandina Rewşa Awarte re hatin girtin û astengkirina mafên mirovan gelekî bi fikar e. Me bang li Tirkiyeyê kir, ku hurmetê nîşanî azadiyên bingehîn, serweriya hiqûqê û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bide. Li aliyê din weke Swîsre me li nava Neteweyên Yekbûyî OSCE û Konseya Ewropayê, fikarên xwe yên li ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, bilêv kirin."

'EGER HER DU ALÎ JÎ BIXWAZIN, EM AMADE NE JI BO AŞTIYÊ BI BERPIRSYARÎ RABIN'

Bûrkhalter bersiv da pirsên li ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û got, "Weke Konseya Federal, ji aştiya bi Kurdan re, eger her du alî bixwaze Swîsre amade ye navbeynkariyê bike. Di hevdîtina 3'ê Mijdarê de min li Bernê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re jî ev ragihand."

Bûrkhalter da zanîn, heta niha Tirkiyeyê daxwazeke bi vî rengî ji wan nekiriye û wiha dewam kir: "Ez careke din dubare dikim; eger her du alî bixwazin em amade ne rolê bilîzin. Partiyên siyasî yên Swîsreyî jî dikarin bi vê berpirsyariyê rabin. Hêvîdar im wê şerê piştî Hezîarna 2015'an dest pê kir, bi rengekî aştiyane çareser bibe."

'EM GIRTINA PARLAMENTER Û HEVŞAREDARAN JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN'

Têkildarî pirsa li ser girtina Hevserok, Parlamenterên HDP'ê û hevşaredaran Bûrkhalter got, "Weke Konseya Federal a Swîsreyê, em polîtîkayên li dijî Hevserokên HDP'ê, parlamenteran û hevşaredaran tên meşandin, ji nêz ve dişopînin. Konseyê ev mijar li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û li OSCE'yê bilêv kir."

Bûrkhalter ragihand, haya Konseya Federal jê heye ku li çend şaredariyan qeyûm hatine bicihirin, çend parlamenter û hevşaredar hatine girtin û anî ziman, ew lêkolînên xwe dewam dikin.

Bûrkhalter serdana CPT a piştî hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê bibîr xist û got, "Mîna hemû welatên din em jî dixwazin CPT encamên vê serdana xwe eşkere bike."

'EM JI BÛYERÊN LI TIRKIYEYÊ DIQEWIMIN ACIZ IN'

Bûrkhalter da zanîn, weke Konseya Federal a Swîsreyê ew ji ber zextên li çapemeniyê, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek derdorên civakî yên li Tirkiyeyê tên kirin, bi fikar in û bendewariyênx we yên di vê mijarê de roja 20'ê Îlonê li New Yorkê, 3'ê Mijdarê jî li Bernê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re ragihandiye.

Wezîr Bûrkhalter diyar kir, pêşvebirina mafên jinan, parastina qada civaka sivîl û mafên mirovan, karê sereke yê polîtîka derve ya Swîsreyê ye û got, "Lewma weke Konseya Federal e em bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopînin û em ê her bişopînin. Li gorî vê yekê jî em ê pozîsyona xwe diyar bikin."

TÊKILIYA TIRKIYEYÊ YA BI DAIŞ'Ê RE TÊ LÊKOLÎNKIRIN

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter têkildarî pirsa li ser hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê ev bersiv da: "Swîsre lêkolîna xwe ya li ser îdîayên dibêjin, Tirkiyeyê çek radestî DAIŞ'ê û rêxistinên cîhadî kiriye, dewam dike. Ji bo têkiliya bi derve re, erka Îstîxbarata Swîsreyê heye ku bi servîsên welatên din re hevdîtinan bike. Agahiyên vê servîsê bi rek û pêk ji Konseya Federal re tên ragihandin."