Wezîr dibêje 'qediya' lê êrîş dewam dikin

Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala got, 'Li Cizîr operasyon bi dawî bûn', lê êrîşên li hemberî malên birîndar lê ne dewam dikin. Ji 139 kesan heta niha 68 kes hatin qetilkirin, aqûbeta 71 kesan nayê zanîn.

Di roja 59. a dorpêçî û wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê de, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala daxuyaniyek da û got, "Li Cizîrê operasyon qediya ne". Di saeta ku Wezîrê Tirk Ala daxuyanî da de, ji avahiya li taxa Sûrê ya 22 kes duh ji aliyê dewletê ve lê hatin şewitandin û 23 birîndar jî lê asê mane, hînê dûxan bilind dibe.

Ji duh bi şev û vir ve agahî ji birîndaran nayê girtin. Hêzên dewletê danê nîvro 2 wesayîtên cenaze yên Şaredariya Cizîrê birin, lê nehat zanîn ku ev wesayît birine kîjan nuqteya taxê.

Li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ji 149 birîndaran heta niha 68 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê 39 ji van hatine rakirin. Yên mayî jî agahî jê nîne. Aqûbeta 71 birîndaran jî nayê zanîn.