Wê destpêka Îlonê Tifaqa Kurdî bê ragihandin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di serdana xwe ya bi partiyên Kurd ên li Amedê pêkanî de diyar kir ku wê destpêka Îlonê Tifaqa Kurdî bê ragihandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku duh li Amedê beşdarî mîtînga ku ji aliyê partiya xwe ve hate organîzekirin bû, îro jî serdana Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), piştr e serdana Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) kir.

Sancar ê piştî serdana PDK-T’yê serdana Rêxistina PÎA ya Amedê kir, ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê û kesên pê re hate pêşwazî kirin. Kamaç ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku HDP ji bo Rêya Sêyemîn têkoşîneke mezin dide. Kamaç, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê du tifaqên paralel hatine avakirin û wiha got: “Tirkiye dikare ji bêçaretiya ku di mafên mirovan, demokrasî û jiyana bi hev re ketiyê de bi Rêya Sêyemîn derkeve. Divê civakeke pir reng û pir deng ji bo Rêya Sêyem bê avakirin. Rêya biratî û aştiyê ev e.”

Sancar jî qala xebatên tifaqê ku bi partiyên Kurd re bi rê ve dibe kir û bi lêv kir ku Tifaqa Demokrasiyê ku dixwazin ava bike wê bindestan, mexdûran bêxe nava xwe. Sancar ê da xuyakirin ku tifaqa heyî ji bo wan gelekî girîng e, xebatên Tifaqa Kurdî bi bîr xist û anî ziman ku ev tifaq ji bo wan gelekî girîng e ji ber ku ne tifaqeke ku tenê ji bo hilbijartinê hedef tê girtin. Sancar, anî ziman ku divê xebatên îttîfaqê bên şêwirîn û got: “Ev şêwr di asta şandeyan de berdewam dike. Di pêşiya me de vegereke krîtîk heye. Em di serdemeke ku desthilatê zext û zilma xwe zêdekirî de ye. Hêrsa ku van zext û êrişan li Başûrê Kurdistanê û Rojava vegerîne polîtîkayên şer heye. Li dijî vê berpirsyartiya me heye ku em tifaqa herî mezin ava bikin. Wê gavên herî mezin jî partiyên Kurd û derdora siyaseta Kurd biavêjin. Em ê li dijî polîtîkayên şer ên mezin polîtîkayeke çawa ava bikin, bişêwirin.”

Sancar, destnîşan kir ku dixwazin aştiyê saz bikin, ji bo vê jî dixwazin mutabakat û piştgiriya herî mezin ava bikin û got: “Min beriya niha gotibû ku tevgera aştiyê ya Kurd pêdiveke lezgîn e. Niha divê bi bloka li dijî şer a bihez divê blokeke aştiyê ya berfireh bê avakirin. Divê bi diyalog û îstîşareyê pevçûnên di nava Kurdan de bên çareserkirin. Ev pevçûn wê herî zêde bi Kurdan bide windakirin. Di xebatên me yên ji niha û şunde, em mecbû rin xebatên xwe yên Tifaqa Kurdî berfireh bikin. Em hewl bidin xwe bigihînin hin partî û platformên din jî. Em ê di 25’ê tebaxê de tifaqa ku me bi partiyên çepgir û sosyalîst re avakirî em ê berfireh bikin. Heke em şertan baş bikin, em ê Tifaqa Kurdî di meha Îlonê de ji raya giştî re îlan bikin. Em ê di serdema nû de li ser çawa bikarin berfirehtir bikin biaxivin.”

Sancar û şandeya pê re pişt re serdana Serokatiya KKP’ê ya Amedê kirin. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek û kesên pê re şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. Sancar, li vir  careke din dubare kir ku divê Tifaqa Kurd berfirehtir bikin. Piştî serdana li vir, Sancar û kesên pê re çûn serdana Partiya Azadî, Sancar ê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Azadî ve hat pêşwazî kirin, diyar kir ku dixwazin tifaqa demokrasiyê bigihînin girseyên herî mezin û wiha got: “Di vê tifaqê de baweriyên cuda, gelên cuda, jin, kedkar, tevgerên mexdûran, tevgerên ekolojiyê hene. Li aliyekî jî bi maseya 7’an re tifaq heye. Em bi komên ekolojiyê re hevdîtinan dikin. Em bi tevgera jinê re muzakereyan dikin. Ya herî girîng jî em bi partiyên Kurdî re hevdîtinan dikin. Ji bo ku em bigihin armanca xwe divê em tifaqa xwe berfirehtir bikin. Di nava Tifaqa Demokrasiyê de li aliyekî beşên çepgir û sosyalist hene li aliyê din partî û rêxistinên Kurd ên min hejmartin hene. Em difikirin ku di nava meha îlonê de encamên xebatên bi partiyên Kurd re çêbibin parve bikin. Em encama tifaqa bi beşên çepgir û sosyalist re jî em ê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re parve bikin. Wê hemû parçe bi hev re tifaqa demokrasiyê ava bikin. Hatina cem hev a kesên xwedî heman fikrî, weke partiyekê tê zanîn. Ya girîng ew e ku cudatiyan em bînin ba hev, em jî wê dixwazin.”

Di serdanê de Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî wiha got: “Girîng e ku hemû reng û deng werin gelhev û bişewirin.”

Sancar herî dawî jî serdana DDKD’yê kir. Di serdanê de wê bikarin çawa bernameya Tifaqa Demokrasiyê ya HDP’ê pêş ve bibin hate axaftin.