Vîtaliy Çûrkîn jiyana xwe ji dest da

Nûnerê Herdemî yê Netewên Yekbûyî (NY) ê Rûsyayê Vîtaliy Çûrkîn li New Yorkê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê di daxuyaniya li ser dîplomatê xwedî tecrûbe de wiha got: “Dîplomatê me yê navdar dema ku li ser erka xwe bû jiyana xwe ji dest daye. Sersaxî ji malbat û dostên Vîtaliy Îvanovîç Çûrkîn re xast.”


Runiştina NY’yê ji bo Vîtalîy Çûrkîn ê ku sala 2006’an ji bo erka Nûnertiya Herdemî ya NY’yê yê Rûsyayê hate hilbijartin rêz hate girtin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres jî têkildarî mirina nûnerê herdemî yê Rûsyayê sersaxî xwest.