Ûysal: Bi tecrîdê dixwazin rêberê gelekî bifetisînin

Parêzerê Ocalan Polat: Çareseriyeke biçûk ku wê ji Îmraliyê derbikeve, wê bandorê li hemû cografya me bike.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rotînda Polat li bajarê Bremen ê  Elmanyayê tevlî paneleke têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û diyar kir, ti palpişteke hiqûqî ya tecrîda li ser Ocalan nîn e, dema ku şande û malbat pê re daxivîn jî tecrîd ji gelek hêlan ve dihate meşandin û got, şaş e were gotin, "hevdîtin bûbe tecrîd qediyaye".

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê NAV-DEM’ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek organîze kir. Parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rotînda Polat weke qiseker tevlî panelê bûn. Newroz Ûysal diyar kir, ji bo tecrîda li ser Ocalan were fêhmkirin divê komploya navneteweyî were fêhmkirin. Ûysal da xuyakirin, ku tecrîda niha berdewama komploya navneteweyî ye û wiha pê de çû, "Yên ku dixwazin li Îmraliyê rêbertiya civakekê bifetisînin li Kurdistanê bi dehan bajarên Kurd kavil kirin, şewitandin. Di bin navê 'qedexeya derketina derve' de zarokên Kurdan qetil kirine."

'TÊKBIRINA TECRÎDÊ PARASTINA DESTKETIYAN E'

Ûysal diyar kir raya giştî ya dinyayê li dijî tecrîd û komkujiya dewleta Tirk bêdeng e û goti tecrîda li Imraliyê ji sîstema Guatemalayê hê berfirehtir e, sîstema êşkence û tecrîdê ye ku gelek hevparê wê hene. Ûysal wiha pê de çû: "Miwekilê me Birêz Ocalan ne tenê şexsek e. Di heman demê de ew rêberê gelekî, nûnerê neteweyekê ye. Di şexsê Birêz Ocalan de parastina heqên demokratîk ên ku hatine bidestxistin, parastin, pêşvebirina nirxên Rojava, Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê bi şikandina tecrîdê pêkan e."

BI TECRÎDÊ ARMANC DIKIN KU DESTKETIYÊN KURDAN TÊK BIBIN

Prz. Rotînda Polat jî têkildarî hevdîtina Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got ev ne ji ber nêhta baş a hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê ye lê encama  berxwedana gel e. Polat diyar kir, ji bo tecrîd bi temamî ji holê rabe divê têkoşîn were geşkirin û got , "Çareseriyeke biçûk a ku wê ji Îmraliyê derbikeve wê bandorê li hemû cografyayê bike" Polat got, ti bingehên hiqûqî yên tecrîdê nîn in, dema ku şande û malbata bi Ocalan re hevdîtin dikirin jî tecrîd berdewam bû û şaş e ku were gotin,’’ku hevdîtin bibe tecrîd diqede."

Polat diyar kir şertên tecrîdê ji holê ranebûne. Polat got, sedema tecrîda li ser Ocalan ku ji 2015’an ve datînin serkeftina Kurdan a li Rojava ye û wiha bi dawî kir, "Ku tecrîd nebana wê ev qas însan nehatana qetilkirin, bajar kavil nedibûn. Rewşa Rojava dibe ku cihêtir bûya û ev wê bandor li Sûrî û Rojhilata Navîn jî bikira."