Tûncel: Me li dijî faşîzmê stû xwar nekir, me li ber xwe da

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, wiha got: “Desthilat dibêjin; ‘Yan hûnê li hemberî me serî bitewînin an jî, jiyîn ji bo we heram e’. Em jî li vir carkî din jî qîr dikin gelek diktatorên mîna we hatine, lê dîrokê yên berxwedêr nivîsandine.”

Rêxistina HDP'a Bajêr û Şaxa DÎSK'ê ya Giştî ya Mêrsînê, têkildarî tayînên qeyûmî yên şaredariyan û dûrxistina kar a kedkarên perwerdehiyê, bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel li ber Şaredariya Akdenîzê bo çapemeniyê daxuyanî dan. Li gel hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mûtlû, Ferhan Turk, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, Platforma Şûbeyên KESK'ê yên Mêrsînê bi sedan welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta li ser "Bila dawî li Rewşa Awarte bê, kedkarên ji kar hatin avêtin bila vegerin ser karên xwe, bila dawî li qeyûman bê, dest nede îradeya gel" nivîsandî dem bi dem dirûşmeyên "Ji bo Rewşa Awarte, na" û "Dest nede îradeya min" hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de ewil Serokê Giştî yê Karî yê Şûbeya Mêrsînê Kemal Goksoy axivî. Goksoy diyar kir ku derbe sûcê mirovahiyê ye û êrîşa li dijî îradeya gel e û got, peywir û berprisiyariyên rawestandina li dijî her cure derbe û hewldanên derdemokrasiyî hene. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrsînê Yûsûf Kaya jî diyar kir ku di nêvengeke ku dayik bigirîn de ne mumkune ku meriv behsa demokrasiyê bike û dest nişan kir ku her roj ev welat vediguhere gola xwînê û divê em bi hev re li dijî vê têbikoşin. Serokê Şaxa Tum Bel-Senê yê Mêrsînê Mûstafa Ozbay jî dest nîşan kir ku, ew wê li dijî qirkirina qeyûmê li ber xwe bidin.

'DÎROK KESÊN BERXWEDÊR NIVÎSAND'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî, diyar kir ku wan li dijî faşîzmê ne sertewandin, berxwedan hilbijartiye û wiha got, "Serdest ji me re dibêjin ku 'ya hûn ê bo me bîad bikin an jî em mafê jiyînê nadin we.' Em jî li vir careke din diqîrin û dibêjin, gelek dîktatorên mîna we hatin û çûn, lê dîrok her berxwedêr nivîsandin. Hûn nikarin me bi polîtîkayên xwe yî zor û pêkûtiyî bitirsînin. Hûn hemû amûr û amrazên dewletê li dijî me bi kar tînin, hûn bi van pêkûtiyan dibêjin qey me gelên vî welatî tepisandiye, lê hûn dixafilin."

Tûncel bi çend ristên helbesta bi navê 'Mîna Kerem' a Helbestkar Nazim Hîkmet axaftina xwe domand "Heke tu neşewitî, ez neşewitim wê çawa tarîtî veguhere ronahiyê" û wiha got: "Hemû mesele jî ev e. Niha dem dema ku em werin gel hev, berxwedanê zexm bikin. Niha ne wextê, ku meriv serê xwe têxe ber xwe, moralê xwe xerab bike. Heke yên ku divê serê xwe têxin ber xwe, ew kesên ku vî welatî xistin vî halî ne."

‘HEKE BIVÊ, wê HER MAL BIBE ŞAREDARIYEK'

Tûncel gotinên Serokwezîr Erdoganî yên "Min ji sedî 52 deng girt û hatim. Hûn çawa kesê ku gel wî hilbijartiye nasnakin" bi bîr xist û wiha got, "Va ye meydan. Were em ji nû ve hilbijartinê bikin. Were em sindoqan deynin, kî ji sindoqan derkeve em bi wî/wê razî ne. Ew bi xwe ne bawer in. Qeymeqam, walî û alîgirên waliyan tayînî şaredariyên me kirin. Şaredariyên me niha veguherîne qereqolan. Her partiyek me şaredariyek e. Dibe ku şaredarî desteser kiribin, lê hûn dikarin îradeya gel di avahiyekê de bitepisînin? Heke bivê wê her malek bibe şaredarî. Li her taxê, li her kuçeyê ferq nake, em tevî karkeran, tevî gelê xwe bi biryar in ku dahatûya xwe ava bikin."

‘HEKE YÊ KU PIŞTEVANIYA TERORÊ DIKE HEBE, EW JÎ AKP BI XWE YE'

Tûncel bi bîr xist ku 11 hezar û 285 mamoste bi awayekî derhuqûqî ji karê xwe bûne û wiha axivî, "Hemû mamoste di baregeha TMK'yê de ji peywirê tên dûrxistin û hin ji wan jî tên girtin. Hinceta wan jî 'piştevaniya terorê dikin" e. Heke li vî welatî yê ku piştevaniya terorê dike hebe, ew jî AKP bi xwe ye."

‘AKP DAWÎ LI PÊVAJOYA AŞITIYÊ ANÎ'

Tûncel balê kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan şandibû û wiha got, "Birêz Ocalan peyameke pir girîng bo me şand. KCK jî deklerasyonek weşand û diyar kir ku ew ji bo aşitiyê amade ne. Bersiva ku bo wan hat dayîn jî 'em wê xedartir bibin' bû. We bi saxî şewitand, we malên me bi ser me de rûxand, hûn wê hîn çiqasî xedar bibin. We li dijî vê xedariyê çi dît, we kesekî/ê ku çok danî nedît. We berxwedan dît."

Piştî axaftina Tûncelê, daxuyanî bi dirûşman dawî bû.