Li Amedê ji hêla Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ve, ji ber meha Muharemê, bi şîara ‘’Gelî canan werin em bibin yek’’ bernameya aşûreyê hate çêkirin.
KOLUMAN: EM JI KESEKÎ DESTÛRÊ NAXWAZIN
Serokê PSAKD’ê Cafer Koluman di bernameya aşûreyê de axivî û got, ‘’Ji bo Kerbaleyên din neyên jiyyin tam dema wê ye ku Elewî werin cem hev û li dijî zilmê têbikoşin.’’ Columan diyart kir ji bo îbadeta xwe bi cih bînin ew ê destûrê ji kesekî nexwazin û ew ê li sehpayê bibin Pîr Sultan û li Dêrsimê bibin Seyid Riza.
ANLI: EM LI GEL QENCÎ Û XWEŞIKIYÊ NE
Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Firat Anlî jî di bernameyê de axivî û got, ‘’Em dîsa bi Kerbelayên nû re hevrû bûn. Em niha şahidî tiştên wiha dibin ku ne kêmî Kerbelayê ne. Em ê bi helwesteke Huseynî em ê ji nifşên sibehrojê re bibêjin, ‘êm li pişt qencî û xweşikiyê bûn’’
TÛNCEL: DIVÊ HER KES WERE CEM HEV
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî wiha anî ziman: ‘’Ji ber ku em Elewî ne, Kurd in û jin in heqê me yê jiyanê ji dest me tê girtin. Dixwazin avaniya me ya pirrengî hilweşînin. Li dijî wan ên ku şer li me ferz dikin divê em bi hev re têbikoşin. Êrîş bi giştî be li dijî van êrîşan divê her kes were cem hev û wiha têbikoşe. Rêyeke dî nîn e. Di gewherê hemû baweriyan de aştî heye, di heman demê de berxwedana li djî zordaran.’’
BALÛKEN, GOTINÊN OCALAN BI BÎR XISTIN
Balûken jî wiha axivî, ‘’Di civîna herî krîtîk a Imraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘’Heke dixwazin li hemû herêmê pirsgirêkên me werin çareserkirin, divê hêla zagon û destûrî ya azadiya hemû ziman û çandan were danîn. Heke di hezaran mewzûatên destûrê de navê Kurdan û Elewiyan nebe, em nikarin behs bikin ku li wî welatî demokrasî heye û azadiya baweriyan.’’