Tûncel ji AKP/Qesrê re got: Em ê bîatê nekin; em ê xweseriyê ava bikin!

Namzeta Hevserokatiya Giştî Tûncel di axaftina xwe ya li kongreya DBP'ê de diyar kir, ew ê bîatê ji AKP/Qesrê re nekin û got, "Hêvî bi mirovên li Kurdistanê li dijî faşîzmê li ber xwe didin re ye."

4. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dewam dike. Namzeta Hevserokatiya Giştî Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li kongreyê de mirovên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Soza me wê bi ser xistina têkoşîna we be." Tûncel got, "Sedema qewimînên îro ne gelê Kurd. Ne xendek e, ne bend e. Sedema bingehîn a qewimînên îro, polîtîkaya AKP'ê ye."

'GOTIN QEDIYA; EM LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'Ê LI BER XWE BIDIN'

Tûncel got, "Li hemberî yên gel weke 'terorîst îlan dike', yên akademîsyenên aştî xwestin weke 'terorîst' îlan kirin, yên rojnamevan ji ber nivîsandina rastiyê 'terorîst' îlan kirin, yên mirovên siyasetê dimeşînin 'terorîst' îlan kirin, gelo çi dikare were kirin? Radibin dibêjin, 'Ya hûn ê bîatê bikin, ya hûn ê bîatê bikin'. Em jî ji wan re dibêjin; em ê ti carî bîatê ji we re nekin! Gotin li Sûrê, li Silopiyayê, Li Cizîrê qediya. Du bandorên gotinê hene; ya yekemîn berxwedana li Kurdistanê ye. Li pişt bendan, berxwedana li dijî faşîzma AKP'ê ye. Aliyê wê yê din jî gotin, tank û topên serdestan e. Li hemberî zîhniyeta ku saziyên qanûn danîn û dadgeriyê xistiye bin kontrola xwe, dem dema parastina siyaseta demokratîk e."

Tûncel da xuyakirin, ku xeteriya îro ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li dijî tevahiya Tirkiyeyê ye û diyar kir, kêm ma ye AKP Tirkiyeyê di kendêl de wer bike.

'EM NAXWAZIN, EM DIBÊJIN; EM Ê AVA BIKIN'

Tûncel da zanîn, Erdogan bi fiêlî xwe weke 'serok' ragihandiye, Bahçelî daniye aliyê xwe yê rastê, Kiliçdaroglû jî li aliyê xwe yê çepê bi cih kiriye û destnîşan kir, hêviya gelan HDK, DBP, KCD û HDP ye. Tûncel got, "Hêvî bi mirovên li Kurdistanê li dijî faşîzmê li ber xwe didin re ye. Hêvî bi berxwedêrên li kanan re ye. Hêvî di dilê gelên me de ye. Weke DBP em ê vê hêviyê li Kurdistanê mezin bikin. Em nabêjin xweseriya demokratîk bidin me. Em dibêjin; 'derkevin pêşiya me, bes e'. Em ê xweseriya demokratîk bi xwe ava bikin."

'RÊYA YEKANE AZADIYA OCALAN E'

Tûncel anî ziman, ku ji bilî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti rê nîne û diyar kir, ev rastî di pêvajoya diyalogê de hatiye dîtin. Tûncel xwest, şert û mercên tenduristiyê, azadiyê û ewlekariyê yên Ocalan bên sererastkirin û veger li pêvajoya muzakereyê were kirin.

Kongre bi nîşandana sînevîzyona li ser dîroka siyaseta Kurd, têkoşîna azadiyê ya Kurd, şoreşa Rojava û berxwedana xwerêveberiyê dewam dike.