TŞYG: Agirê Sêwasê wê faşîzmê bişewitîne

'Hesret û daxwaza yên di 2'ê Tîrmehê de li Madimakê li dijî faşîzmê li hev kom bûn û xwestin bexçeyê gelan li ser bingeha wekhevî, demokrasî û azadiyê ava bikin, îro di tevgera şoreşger a yekbûyî ya gelên me de şênber bûye."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmeha 1993'an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tifaqa faşîst a ji koalîsyona Erbakan-Çîller a ji patenta Elman-Amerîka û SHP'ê, 37 canên me yên li Otela Madimakê li hev kom bûbûn, mîna li Dersîmê, Çorûmê, Mereşê şewitandin û qetil kirin."

Komîteya Hevpar a TŞYG'ê diyar kir, dewleta kujer û artêşa wê ya mêtînger, îro li Sûr, Cizîr û Nisêbînê komkujiyên hov ên ji faşîzma Adolf Hîtler gelekî mezintir, dike û hat destnîşankirin, ku Erdogan/AKP a faşîst, ku şopdarê Erbakan-Çîller e, li dijî baweriyan, nasnameyan û mirovên daxwaza azadiyê dikin, kincê bi xwîn ê salên 90'î li xwe kiriye û bênavber komkujiyan dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin," Dewleta T.C a faşîst, ji bo komkujiyeke bi heman rengî pêk bîne, li cih û warên welatiyên Elewî, di bin navê kampên penaberan de li Teroyan a Mereşê dest bi amadekariyê kiriye. Kampên mîna kampên komando yên di salên 70'yî de komkujiyên Çorûm û Mereşê lê hatin plankirin, niha di bin navê kampên penaberan de ji bo çeteyên DAIŞ'ê çêdike.

Hesret û daxwaza yên di 2'ê Tîrmehê de li Madimakê li dijî faşîzmê li hev kom bûn û xwestin bexçeyê gelan li ser bingeha wekhevî, demokrasî û azadiyê ava bikin, îro di tevgera şoreşger a yekbûyî ya gelên me de şênber bûye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, TŞYG çepereke şoreşger a gelan e, ku hêvî û hesreta Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Serbixwe ya bi nasname û hemû baweriyan hilgirtiye û ji bo siberojeke wekhev, demokratîk û azad têdikoşe.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Weke TŞYG em bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê, li dora vê çepera şoreşgerî ya ji bo gel û baweriyan ava bûye bicivin û li ber xwe bidin."