Torres: Em dixwazin li dijî tecrîdê bibin yek

Aktîvîstê Kolombiyayî Camîlo Torres got ku ew enternasyonalîst bi meşa ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin, dixwazin hemû saziyên li Ewropayê dengê wan bibihîzin.

Enternasyonalîst wê di 6’ê Sibatê de li Qada Neûve ya Cenevreyê saet di 9.30’an de dest bi meşê bikin, di 7’ê Sibatê de bimeşin Lozanê, wê di 8’ê Sibatê biçin Bernê, di 9’ê Sibatê Solothûrn û di 10’ê Sibatê bimeşin heta Baselê û çalakiyên li Swîsreyê temam bikin û bi meş û mîtînga girseyî ku li Strasboûrgê li dar bixin wê çalakiyên xwe biqedînin.

Beşê enternasyonalîst ê meşa dirêj ku her sersal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera Komploya Navneteweyî de tê lidarxistin, wê îsal 6’ê Sibatê ji Cenevreyê dest pê bike. Enternasyonalîst ku wê roja 4’ê Sibatê ji bo meşê li Cenevreyê bên ba hev, piştî semînera ku wê 5’ê Sibatê li dar bixin wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Enternasyonalîstê Kolombiyayî Camîlo Torres ku li ser Komîteya Amadekar a meşê bi ANF’ê re axivî. Torres diyar kir ku ew dixwazin hemû deng û rengên li cîhanê tev li vê çalakiyê bibin û wiha got: “Em dixwazin li dijî vê tecrîda li ser Rêbertiyê berdewam e, peyamekê bidin ku bigihîje cihê xwe. Em her kesî vedixwînin ku bi me re bimeşin. Em têkoşîna xwe geştir bikin û bi azadiya fizîkî ya rêbertiya xwe tacîdar bikin.“

Torres îşaret pê kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e berdewam e û anî ziman ku ew ê bi meşa ku li dar bixin, bixwazin ku dawî li tecrîdê were. Torres got “22 meh in me tu agahî ji Rêbertî wernegirtiye, ev ne bi tenê pirsgirêka Kurdan ya jî pirsgirêka gelên herêmê ye, pirsgirêka hemû derdorên azadîxwaz e. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) bi erka xwe ranabe. Dibe sedem ku tecrîda li ser Rêbertiyê yekcar giran bibe. Lewma bi meşa ku em ê bikin em dixwazin deng bidin. Dixwazin dengê me biçe hemû saziyên li Ewropayê û yên mafê mirovan. Bila gel xwe li dijî tecrîda li ser Rêberê gelan ker nekin.“ 

‘EM DIXWAZIN HEMÛ DENG Û RENG TEV LI MEŞÊ BIN’

Camîllo Torres da xuyakirin ku ew enternasyonalîst wê di 5’ê Sibatê semînerekê bidin û wiha pê de çû: “Helbet wê niqaş hebin, bernameyên çandî yên cur bi cur bên çêkirin. Em dixwazin hemû deng û rengên li cîhanê tev li meşê bin. Em dixwazin vê bibêjin; em dixwazin hemû deng û rengên li cîhanê bi saya vê têkoşînê bên ba hev da ku em tecrîda li ser Rêbertiyê bişikînin. Em ê her wiha tev çalakiyê bibin ciwanên Kurd ên li Ewropayê roja 11’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dar bixin.“