Tom Janssen armanca Tirkiyê li qelem da

Yek ji rojnameya herî navdar a Swîsreyê Tages Anzeîger, bi karîkatûrekî diyar kir, armanca sereke ya hewldana dagirkirina Tirkiyê ya Cerablûsê Kurd in.

Rojnameya herî mezin û herî pir tê xwendin Tages ku li Swîsreyê rojane tê weşandin û bi Elmanî ye, îro karîkatûrek ku peyama armanca operasyona Tirkiyê ya bi ser Cerablûsê de bi xwendevanên xwe re parve kir.

Yek ji karîkatûrîstê navdar Tom Janssen ê Tages Anzeîger li jora karîkatûrê, ‘’Sala 2014: Dema ku DAIŞ êrîşî Kobanê dike’’ û li jêra wê jî, ‘’Sala 2016: Dema ku Kurd êrîşê dibine ser DAIŞ’ê’’ nivîsî û bi vî karîkaturî got, armanca sereke ya hewldana dagirkeriya Tirkiyê ya bi ser Cerablûsê de ne DAIŞ lê Kurd in.

Tom Janssen beriya niha jî bi xêzên xwe yên ku lîderên dinyayê ji xwe re kiribûn hedef, pir hatibû nîqaşkirin.

...