TKŞ: Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) têkildarî êrişa hucreyên DAÎŞ’ê yên li Hesekê daxuyaniyek da û bi taybetî bang li Hesekê’yiyan kir û ragihand; “Neyên van lîstokên dijminên şoreşa me.”

TKŞ’ê êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê û êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê bi daxuyaniyekê şermezarkir û ragihand; “Pêwîste her kes bi şervanên azadiyê re tevbigere û li hemberî çeteyên ku xwe vedişêrin hişyar be.”

Berfirehiya daxuyaniya TKŞ’ê wiha ye:

“Çeteyên DAÎŞ’a hov ku dijminê hemû mirovahiyê ne duh êvarî êrîşî hepsa Xwêran kirin. Piştî êrîşê li nav gelên me yên sivîl belav bûn û dest bi kuştinan kirin. Di van êrîşan de li gorî agahiyên fermî 3 sivîl, endamekî îtfaiyê û endamekî Ewlehiya Hundirîn şehîd ketine. Şervanên QSD’ê û endamên Ewlehiya Hundirîn bi hemû derfetên xwe ji bo vegerandina aramiyê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Di heman wextê de îro dewleta Tirk a faşîst û mêtînger li Şengal û Til Temirê êrîşî parezvanên gelên me kir. Li Şengalê Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzd û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd ketin. Dîsa maşîneyeke ku girêdayî Meclîsa Leşgerî ya Til Temirê ye û ji bo alîkariya operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bike diçû ber bi Hesekê ve bi balafirên bêmirov hat armanckirin. Dewleta Tirk bi van êrîşan re hemwext jî çeteyên dagirker ber bi Til Temirê ve bar dike û amadekariyên êrîşên nû yên dagirkeriyê dike.

Hevkariya çeteyên Îslamperest û dewleta Tirk ne veşartî ye û nû derneketiyê holê. Ji destpêka şoreşa me ya Rojava de ev hêz bi hev re tevdigerin û dixwazin şoreşa me ya demokratîk hilweşînin. Îro li herêma me û li Şengalê Dewleta Tirk a mêtînger û ev çeteyên ku piştgiriyê ji dewletên paşverû yên herêmê dibînin bi hev re dixwazin aramî û aşitiya herêmê xirab bikin. Lê belê gelên me yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr-Keldan, Ermen, Tirkmen, Çerkes û hwd. bi hevgirtineke ji dil ve û li ser bingehê wekhevî, edalet û aşitiyê li jiyana xwe ya nû xwedî derketin.

Em bang li hemû gelên me û bi taybet jî li gelên me yên Hesekê dikin ku neyên van lîstokên dijminên şoreşa me. Ev xeta welatparêz ku me bi hev re bi xwîna şehîdan ava kiriye dîsa em bi hev re dikarin biparêzin. Ji bo vê yekê pêwîste her kes bi şervanên azadiyê re tevbigere û li hemberî çeteyên ku xwe vedişêrin hişyar be. Em ê bi hev re serbikevin û em ê rê nedin neyaran. Bijî şoreşa Rojava.”