Tirkiyê ziyareta wekîlên Dîe Lînke bloke kir

Hikûmeta AKP’ê qaşo qedexe rakiribû, lê dîsa jî ragihand ku wan ziyareta wekîlê Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) a Jan van Aken a ji bo Baregeha Incîrlikê bloke kiriye.

Berdevkê polîtîkaya derve ya Dîe Lînke Jan van Aken ji hijmara Yekşemê ya Dîe Welt, Welt am Sonntag re axivî û got, bi mebesta ku ew 12’yê Cotmehê 250 leşkerên Elman ên li Bargeha Incîrlikê ziyaret bikin, adagî dane Wezareta Karê Derve yê welatê xwe. Van Aken got, rayedarên Tirk hê bersiv nedane daxwaza wan a ziyaretê. Van Aken, diyar kir 19’yê Cotmehê cara duyê serî li Karê Derve yên Elman dane lê hê jî bersiv nehatiye dayin.

Jan van Aken diyar kir, têkildarî dirêjkirina dema peywirê ya yekîneyên Elman ên li Incîrlikê, meha pêşiya me wê li Meclîsa Federal biçine dengdanê û ziyaret beriya dengdanê bi mebesta çavdêriyê ye.

2’yê Hezîranê li Meclîsa Federal a Elman çûbûne dengdanê, Pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a sala 1915’an hatibû nasîn û hikûmeta AKP’ê jî qedexe kiribû ku wekîlên Elman Baregeha Incîrlikê ziyaret bikin.

Hikûmeta Tirk daxwaza Jan van Aken a bi mebesta ziyaretkirina baregehê bloke kir, ku Aken gelek caran çûbû Bakurê Kurdistanê û Rojava. Tê texmînkirin astengiya li pêşiya Aken têkildarî geşedanên li Kurdistanê ne.