Tîmên gêrîla yên bitevger 23 dagirker ceza kirin

Çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. Di çalakiyên tîmên gêrîla yên bitevger de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 3 ji wan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, “Çalakiyên bênavber ên gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di şert û mercên herî dijwar de bi fedekarî li berxwe didin, li dijî dagirkeran xaka pîroz a Kurdistanê diparêzin û derbên giran li dijmin dixin, dewam dikin. Di encama çalakiyên bi bandor ên tîmên me yên bitevger de; 23 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 12 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2’ê Tîrmehê saet di 15:30’an de di navbera hêzên me û dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Çemço bi pêş ve biçin de şerên dijwar qewimîn. Li vir 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.

2’ê Tîrmehê saet di 16:00’an de dagirkerên ku xwestin bi wesayîtên zirxî ji sînorê Bakurê Kurdistanê ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û derb kirin. Piştî vê çalakiya ku 2 dagirker hatin cezakirin, pêşveçûna dagirkeran hate rawestandin. Saet 17:00’an jî dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin dîsa bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran di saetên êvarê de bi piştgiriya helîkopterên êrîşê bi wesayîtên zirxî windahiyên xwe ji herêmê rakirin.

2’ê Tîrmehê saet 18:00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve hatine hedefgirtin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

Helîkopterên êrîşê yên ku 2’ê Tîrmehê saet 24:00’an Qada Berxwedanê ya Çemço bomberdûman kirin, ji her du aliyan ve rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama lêdanên bi bandor de helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

3’yê Tîrmehê saet 08:10’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê ji aliyê tîmên me yên bitevger ên YJA Starê bi çekên giran hatin gulebarankirin, di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Komek ji hêzên dagirker ên di 2’ê Tîrmehê de hatin Girê Şehîd Derwêş hatin şopandin. Dagirkerên di bin kontrolê de bûn, bi çekên giran hatin gulebarankirin û 7 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd  Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de;

29’ê Hezîranê saet 21:00’an de bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hatiye xistin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

2’yê Tîrmehê saet 11:10’an û 3’ê Tîrmehê saet 01:30 û 05:50’î de tîmên me yên bitevger bi taktîka sûîqestê 3 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin û 3 dagirker hatin cezakirin.

2’ê Tîrmehê saet 18:30’an de, dagirkerên ku xwestin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Di encama lêdanên bi bandor de, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

3’ê Tîrmehê saet 06:40’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê li wan hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 2’ê Tîrmehê de tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Kokerê, Şikefta Birîndara, Werxelê, Girê Hakkarî û Girê Cûdî 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Balafirên bêmirov bi dijwarî li ser Qadên Berxwedanê digerin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

2’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Kunîşka, Kokerê, Çemço, Girê Hakkarî, Girê FM ve Girê Cûdî bi dehan caran ji qereqolên li ser sînor bi obusan û çekên giran hatine bombekirin.

2’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM ve Girê Cûdî 15 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

2’ê Tîrmehê Qadên Berwexdanê yên Kurojahro, Girê Amediyê, Girê FM, Girê Cûdî ve Saca 12 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.