NÛ BÛ

Tevahî danûstanên bi Îmraliyê re domahiya OHAL’ê hatin qedexekirin

1’emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê domahiya OHAL’ê tevahî ziyaret, ragihandinên nivîsî û têkîliyên telefonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê qedexe kir.

Dadgehê biryar da ku “ziyaretên girtiyan bê qedexekirin, ragihandina nivîskî û têkîliyên telefonê bên sînordarkirin, pêwendiyên bi derve re, qebûlkirina ziyaretan û têkîliyên telefonan bên sînordarkirin, belgeyên ku parêzerên girtiyan didin bên sînordarkirin.”

Biryarek hate dayîn ku fikarên têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê mezintir kirin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve destûr nayê dayîn ti kes wî bibîne, piştî hewldana darbeyê jî ji ber serlêdanên parêzer û malbatê her tim hate redkirin raya giştî ji agahiyên der heqê Ocalan de bêpar mabû.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, 1’emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê domahiya OHAL’ê tevahî ziyaret, ragihandinên nivîsî û têkîliyên telefonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê qedexe kir.

Piştî biryara OHAL’ê ya hikûmeta AKP’ê duh ji Meclîsê derbas bû, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bêyî demê winda bike ket nav tevgerê û ji 1’emîn Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê daxwaza, “… qebûlkirina ziyaretan bê qedexekirin, ragihandina nivîsî û hevdîtinên telefonê bên sînordarkirin, têkîliyên bi derve re, qebûlkirina ziyaretan û hevdîtinên telefonê bên sînordarkirin, belgeyên ku parêzer bidin bên sînordarkirin…” hate kirin.

1’emîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê ev daxwaz nirxand, dîsa bêyî wext winda bike ev daxwaz pejirand, yekemîn sepanîna OHAL’ê bi awayekî derhiqûqî li Îmraliyê xist dewrê.

Dadgehê biryar da ku “Di domahiya OHAL’ê de ku 20’ê Tîrmeha 2016’an hate îlankirin, ji destpêka roja biryarê ve hakîmtiya me biryar daye ku li girtiyên ku li Saziya Înfaza Cezayan a Sergirtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin, qebûlkirina ziyaretan bê qedexekirin, ragihandina nivîsî û hevdîtinên telefonê bên sînordarkirin, têkîliyên bi derve re, qebûlkirina ziyaretan û hevdîtinên telefonê bên sînordarkirin, belgeyên ku parêzerên girtiyan bidin bên sînordarkirin.”

Ev biryara, piştî ku ji biryarê bêhay dema parêzer û malbata Ocalan îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û piştre bersiva dozgeriyê hate ragihandin, hate fêmkirin.