Terora polîsan a binçavkirinê didome
Akademîsyen Levent Dolek jî di nav de gelek kesên din bi hinceta beşdarî çalakiyên protestoyê yên di rojên dawî de bûne, hatin binçavkirin.
Akademîsyen Levent Dolek jî di nav de gelek kesên din bi hinceta beşdarî çalakiyên protestoyê yên di rojên dawî de bûne, hatin binçavkirin.
Piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, çalakiyên protestoyî didomin.
Mîna rojên destpêkê, polîsan di saetên siharê de li Edene, Stenbol û Bûrsayê bi ser gelek malan de girt.
Li gorî agahiyên hatine girtin, akademîsyenên endamên Sendîkaya Kedkarên Pewerde û Zanistê (Egîtîm Sen) jî di nava binçavkiriyan de ne.
Egîtîm Sen’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku nûnerê wan ê Kargeha Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek bi operasyonekê hatiye binçavkirin û ev tişt nivîsand: “Kar û xebatên sendîkayê ne sûc in. Demildest hevalê me berdin.”
Hat zanîn ku di serdegirtinên li Edeneyê de herî kêm 7 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku Omer Bariş Bozkurt, Sila Gule, Yîgîtcan Yeter, Berk Deran, Halît Guney Akin, Mustafa Demîrcan û Guney ê ku paşnavê wî nehat zanîn, bi hinceta tevlî çalakiyên protestoyê bûne hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirk 25’ê Adarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ji destpêka protestoyan û vir ve 1418 kes hatin binçavkirin. Ji vane bi dehan kes hatin girtin. Roja sêşemê di nava kesên hatine girtin de, 7 rojnamevan jî hebûn.