Terora dewleta Tirk a li Nisêbînê li bajarê Stockholmê hat şermezarkirin

Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li paytexta Swêd Stockholmê bi du çalakiyên cuda hat şermezarkirin.

Çalakiya destpêkê li meydana Sergelê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan ên danê êvarê li vê meydanê li hev civiyan, mîtîngek pêk anîn û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Swêdê hat kirin, ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li ber terora dewleta Tirk rabin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Nisêbîn em bi te re ne", "Piştgirî ji bo Nisêbînê", "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin" hatin qîrîn.

Çalakiya duyemîn jî ji aliyê endamên Ciwanên Azad ve li Gara Trenê ya Stockholmê pêk hat. ciwanan bi heman armancê pankart vekirin û dirûşmên ji bo destekkirina Nisêbînê qîriyan. Ciwanan her wiha belavok li rêwiyan belav kirin û der barê terora dewleta Tirk de agahî dan.