Temellî: Desthilatdarî di siyaseta xwe de xitimiye

Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî da xuyakirin ku desthilatdariya Tirk ji bo ji qeyrana kûrbûyî derbikeve, polîtîkayên xwe yên şer xistiye dewrê û got ku dê tu encam bi dest nexe.

Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku dewleta Tirk neçar e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya muzakereyê bide destpêkirin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro heye, sibe wê biçe. Ji bo hemû desthilatdaran pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Kurd e. Hemû ezmûnan nîşanî me daye ku bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd, çareserkirina pirsgirêkên din ne pêkan e.”

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî têkîldarê geşedanên dawî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Temellî destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser teza ‘Li ser sînorên me xeteriyên ewlehiyê heye’ hewl dide tev bigere û got ku ev terz ji aliyê tu sektor û welatan ve cidî nayê girtin. Temellî got, “Her kes baş dizane ku; Ji ber Rojava tu tehdîdek ku li ser Tirkiyeyê tune ye. Berovajî vê, li ser sînorên Tirkiyeyê rastiya DAÎŞ'ê ya ku cîhanê tehdîd dike hebû û dewam dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hene ku li herêmê li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û bi berxwedana ku li Kobanê nemir bûye jî nîşan dan. Derdê Tirkiyê ew e ku QSD’ê tasfiye bike. Pêşî dixwaze herêmê ji gel vala bike û piştre jî li gorî xwe siyasetek berfirehkirinê bixe meriyetê. Ji ber vê yekê ev senaryo xetereya bingehîn e.”

QEYRANA NETEW-DEWLET Û SERMAYE YE

Temelî da zanîn ku li Tirkiyeyê hem netew-dewlet hem jî sermaye xitimiye û wiha dewam kir, “Krîza ku em îro dijîn ji qeyrana desthilatdariyê wêdetir, ji qeyrana netew-dewlet û sermayeyê ye, pêkhatî ye. Krîz pir kûr bûye. Yekane senaryoya ku ji vê krîzê derketin, dagirkirina Sûriye û Kurdistana Federe ye. Helbet ji bo vê jî hêzên li vir, bi taybetî jî rastiya Kurd divê bên tasfiyekirin. Di vê wateyê de desthilatdarî ev 8 sal in, yanî ji 'Plana Hilweşînê' û vir ve; Bi têgihiştina rejîma otorîter a ku di referandûma 2017'an de ava bûye û polîtîkayên ku ev 5 sal in dimeşîne, di rastiyê de bi polîtîkayên şer û berfirehkirinê li çareseriya vê krîzê digere. Lê ev ne rêya xilasiyê ye. Berovajî vê, ev têgihiştinek e ku tevahiya welêt dixe nava krîzê û hilweşîne. Ev polîtîkayên berfirehkirina Tirkiyeyê hem li herêmê û hem jî li cîhanê rîskan mezin dike û mayînde dibe.

Metirsiya yekem ku tê bîra mirov rastiya DAÎŞ’ê ye. Di wateya duyemîn de, ev siyaseta êrîşkarî û nêzîkatiya dijminatî ya li ser Kurdan li herêmê, herêmê dikişîne nava bêîstîqrariyeke cidî ya demdirêj û heta krîzên kûr. Ev yek ji bo hemû herêmê û heta ji bo siyaseta cîhanê jî xeteriyeke cidî ye. Mebesta min ev e; Tirkiye ne tenê ji bo herêmê, ji bo siyaseta cîhanê jî bi polîtîkayên ku dimeşîne hêmaneke bêîstiqrariyê ye. Ji ber vê jî operasyona bejayî nikare bide dest pêkirin, ji ber ku hemû cîhan di vê mijarê de xwedî refleksek cidî ye. Herêm hê jî ne aram e. Dema mirov îro lê binêre, êrîşa li ser Rojava ku belkî tekane herêma aram a Rojhilata Navîn e, dê bibe sedema pirsgirêkên pir girantir. Ji ber ku gelek welat vê yekê dizanin, wek Tirkiyê nafikirin.”

DESTHILATDARÎ JI BILÎ ŞER NIKARE SIYASETEK DIN BIAFIRÎNE

Sezaî Temellî diyar kir ku Tirkiye ev 5 sal in bi vê stratejiyê dimeşe da ku li ser desthilatdariyê bimîne û wiha dom kir, “Ji ber vê yekê, sedema ku desthilatdariya Erdogan di şer de ewqasî bi israr e, bi rastî jî bêhêvîtî ye ku ketiye nav. Sedema vê ya herî girîng jî ew e ku ji bilî şer nikare siyaseteke din biafirîne. Ji ber vê yekê di şer de israr dike û ji bo ku hem raya giştî ya navxweyî û hem jî raya giştî ya cîhanê di vê mijarê de qanih bike, hewleke zêde dide. Mînaka vê ya herî girîng û belkî jî herî hovane teqîna Taksîmê ye. Armanca wan ew bû ku teqîna Taksîmê ne tenê wek hewldanek ji bo razîkirina raya giştî ya navxweyî, lê her weha ji bo razîkirina raya giştî ya cîhanî bikar bînin.

Berê jî hatiye ceribandin, qismî bi ser neketiye. Ez hinekî dibêjim, ji ber ku piştî Efrînê, di hilbijartinên 2018’an de, tevî hemû hewaya tundûtûjiyê ya hilbijartinê, Erdogan bi kêmasî bû Serokkomar. 2018 bi qasî ku dibe hilbijartinek gumanbar bû. Dîsa dengên HDP'ê bi awayekî cidî hatin desteserkirin û dizîn. HDP'yiyên ku biçin ser sindoqan bi gelek awayan hatin astengkirin. Ji ber vê yekê, ew cudahî diyar dike ku çima encamên wê hilbijartinê ne rewa ne. Desthilatdarî bi senaryoya Efrîna nû, operasyoneke bejayî ya nû, vê carê ku piştî 5 salan ji nû ve hilbijartinê dike, ne tenê ji bo kontrolkirina baregeha xwe, ji bo belavkirinê jî dixwaze heta ku dibe bingehê xwe xurt bike. HDP û muxalefet, yek ji hêzên herî girîng ên li dijî wê ye. Ji hewaya şer û şîdetê sûd werdigirin.”

DIVÊ DEMILDEST EV TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Temellî têkîldarê tecrîda girankirî ya li hember Rêberî Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman, “Ji bo dawî li vê tecrîdê bê û di zûtirîn dem de hevdîtin pêk were em çalakiyan li dar dixin. Beriya her tiştî ger hûn ji vê qeyrana ku îro Tirkiye di nav de hatiye kaşkirin li rêyekê digerin, ev rê ji Îmraliyê derbas dibe. Ji ber vê yekê muxatabê qedandina van polîtîkayên şer û çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê Birêz Ocalan e. Divê dewlet bi Ocalan re bê ku dereng bimîne dest bi pêvajoya muzakereyê bike. Ez ji hêzê wêdetir behsa tiştekî dikim. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro heye, sibe wê tune be. Pirsgirêka Kurd ji bo desthilatariya bê û hemû desthilatdariyên piştî wê pirsgirêka herî girîng e. Hemû ezmûnan nîşanî me daye ku bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd, çareserkirina pirsgirêkên din ne pêkan e.”

EM MAFÊ QANÛNÎ BI KAR TÎNIN

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî di dawiyê de da xuyakirin ku divê Komara Tirkiyeyê ji cihê ku hemû cîhan di çareseriya vê meselê de îqna ye, razî bibe û ev tişt got, “Ev dewlet dewletek e ku di serdema 2013-15’an de û heta beriya pêvajoyên Osloyê jî bi xwe ev ezmûn jiyaye. Ew pir zelal dizane ku çareserî çawa ye. Di bîranîna wan de maye. Ji ber vê yekê em careke din hem bangî hestiyariyê li hemû raya giştî dikin û hem jî yên ku hewl didin ji bîr bikin bi bîr bînin; Divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Hem hevserok, hem berdevk û hem jî parlamenter ji bo hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê didin. Em mafê qanûnî bi kar tînin. Ji bilî vê, em bang li gelek saziyên navneteweyî jî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin; CPT pêşî lê tê. Me bihîstiye ku CPT hatiye hevdîtinê û lê birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Ji bilî vê, bê guman, em li ser rewşa tenduristiya wî jî meraq dikin. Ev demeke pir dirêj e tu xeber tune.

Sêyem, siyaset di nav krîzeke mezin de ye. Ji bo derketina ji vê krîzê bi muxalefet û desthilatdariya wê niha em nikarin tu argumenên xurt û aqilane bibihîzin. Argumena HDP’ê aqilane û realîst e. Ev pêngav ji bo çareserkirina krîza siyasî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ev tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”