‘Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya 600 hefte ne didome, ji nû ve nivîsandina dîroka Tirkiyeyê ye’

Li Amed û Êlihê xizmên nebediyan ên ku hatin cem hev û aqûbeta nebediyan pirsîn, çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê silav kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên nebediyan bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 398'emîn ji bo aqûeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin hatin cem hev. Çalakî ji ber ku Walîtaya Amedê li qadên vekirî hemû çalakî qedexe kiriye li avahiya ÎHD'ê pêk hat. Rojnameger Banû Guven, Celal Başlangiç, Mehmet Şevîn û Ayşe Yildirim, malbatên nebediyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî wiha axivî. "Tirkiye bû goristana mirovahiyê. Li vir li dijî mirovahiyê sûc hatin kirin. Em ê bi Dayikên Aştiyê û dostên wan re ji bo ku hesabê ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bê dayîn û aqûbeta nebediyan derkevin holê têkoşîna xwe bidomînin. Em bawer nakin ku aştiyeke ku bi paşeroja xwe re hevrû nebe mayînde bibe."

Piştî axaftina Bîlîcî Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan çîroka windakirina malbatên Serîn û Işik ên ku li gundikên Mîrîk ê ya li herêma Kutudere dema operasyona di 24'ê îlona 1994'an de hatin qetilkirin û ji wan agahî nehat girtin parve kir.

Orhan got ku leşkerên girêdayî Fermandariya Qomandoyên Çiya ya Bolûyê ya ku tuggeneral Yavuz Erturk fermandarê wan bûn bi ser gundik de girtin û wiha berdewam kir: "Malên li gundikê, bax û baxçe hatin bombebarankirin, şewitandin. Leşkeran piştre jî ji her du malbatan Hidir Işik (63), Hatûn Işik (31), Elîf Işik (29), Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û Dîlek Serîn a 3 salî binçav kirin. Ji wan kesan careke din agahî nehat girtin. Gundiyan ji Qereqola Jendermeyan a Gokçekê ku ji gundikê Mîrikê jî berpirsyar bû dema ku hat pirsîn bersiva me jî ew nedîtine dan. Kurê Işik, Alî Işik ê ku dema bûyerê leşker bû û piştî rojekî du rojan ji leşkeriyê vegeriya Dersîmê li gel hemû hişyariyan çû Mîrikê, lê ji wî jî careke din agahî nehat girtin."

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên nebediyan li kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên nebediyan hatin hilgirtin.

Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Dakiyên Şemiyê di 27'ê Gulana 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta nebediyan bê ronîkirin çalakî li dar dixin û ew çalakiya wan a 600'emîn silav dikin.

Di çalakiyê de çîroka Zekî Akyildiz ê ku di 1993'yan de hate windakirin hat parvekirin. Bagatir çîroka windakirina Akyildiz parve kir û got: "Di 1993'yan de ji aliyê hizbullahê ve hatiye tehdîdkirin. Li Farqînê li mala xwîşka xwe bûye ji bo biçe sûkê ji malê derketiye û careke din venagere."

ENQERE

Dayikên Aştiyê, ÎHD, li cadeya Yukselê çalakî li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî, parlementerê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hate vekirin û dirûşma "Dê yên windakirine, winda bikin" "Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin û wêneyên nebediyan hatin hilgirtin.

Li ser navê Komê endama ÎHD'ê Sevînç Koçak daxuyanî xwend û ev 600 hefte ye ji bo winda bên dîtin, kesên ku ji windakirinan berpirsyar in bên dîtin û kiryar bên darizandin îradeyekî siyasî derneketiye holê, ji ber ku hemû saziyên dewletê di destê îxtidarê de ne ev yek bi xwe re bêedaletî, rêveberiya kêfî û nehiqûqiyê tîne.

Parlamenter Hişyar Ozsoy jî anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê ya ku 600 hefte ye didome li aliyeke ve jî tê wateya jinû ve nivîsandina dîroka Tirkiyeyê û ew ê heta dawî piştgiriyê bidin dayikan.

WAN

Li Wanê jî ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê çalakî hat lidarxistin. Çalakî li Parka Feqiyê Teyran hat lidarxistin. Xizmên nebediyan ên Geverê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, BEdîa Ozgokçe, Lezgîn Botan, Adem Geverî, rêxistinên DBP û HDP'ê, rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "600 hefte ye em dipirsin winda li kû ne" hate hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet axivî û got ku parazvanên mafên mirovan dê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê bidomînin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî wiha got: "Heke dayik bi find û qurnefîlên di destên xwe de ji bo edaletê ji bo ku gora zarokên xwe hembêz bikin her şemiyê li qadê rûdinên û ji bo bêdengiyê dibin deng bawer bikin ku dema yek rastî neheqiyê bê kesekî ku deng derxîne namîne." Yuksekdag destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 17 hezar "kuştinên kiryarnediyar hene" û wiha axivî: "Heke îro jî em bi hezaran winda, rondik û xwînê hê dibînin û di nava rastiyê de têkoşîna berxwedanê didin ev nîşan dide ku 2 tişt nehatiye guhertin. Li ser vî axê siyaseta desthilatdar a siyasî nehatiye guhertin. Tiştekî din a ku nehatiye guhertin jî ew jî têkoşîna dayik, edalet û rastiyan e. Em ê daxwaza xwe ya ji bo edalotê qîr bikin. Qêrîna me dê ji bo jiyana adil û wekhev bibe hevan. Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin."