Têkiliyên şandeya Rojava yên li Moskowayê didome

Şandeya Rojava a li Moskowayê bi Serokê Partiya Rûsyaya Dadmend re rûnişt.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û Nûnerê Rûsya yê PYD’ê Abdulselam Elî bi Serokê Partiya Dadmend a Rûsya Sergey Mîrnov, Alîkarê Serokê Komîteya Karê Derve yê Duma Aleksey Çepa û Serokê Dîwana Konseya Navendî Aleksandir Romanovîç re li DUMA’yê li ofîsa partiyê rûniştin.
Mîronov têkildarî hevdîtinê got, ‘’Ev çend sali n di navbera PYD’ê û Partiya Dadmend a Rûsya de têkiliyên germ hene, her wiha diyalogeke jidil û avaker. Rûsya ji bo krîza Sûriyê çareser bibe ristekî çalak dilîze.  Bi israr e ku di şexsê DAIŞ’ê de li dijî komên terorê yên navnetewî têbikoşin.’’
Li ser navê şandeya Rojava Asya Abdullah diyar kir ku têkiliyên erênî yê di navbera PYD û Partiya Dadmend a Rûsya de wê berdewam bikin.
Di hevdîtinê de li ser problemên siyaseta dinyayê, pirsa Kurd û krîza Sûriyê hate axaftin