Tecrîda li ser Ocalan li Parîsê hat protestokirin

Endamên Ciwanên Azad yên li bajarê Parîsê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

Li bajarê Parîsê bi peşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.

Ciwanên ku li pêşiya avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin gel hev, bi pankarta ‘Ji Ocalan re Azadî’ heta bi stasyona trenê ya Drancyê meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên ‘bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Li pêşiya stasiyona trenê ya Drancyê Hevserokê NCDK’ê Dogan Bagriyanik axivî û wiha got: “ Li dijî tecrîda li ser reberê me pêwîst e gelê me yê li Fransayê û giştî li Ewropayê di nav çalakiyan de bin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Erdoganê kujer’, ‘Bê Serok jiyan Nabe’ dawî bû.