Tecrîda li ser Ocalan li Aachenê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bilêv bikin, konê agahdarkirinê vedan.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bilêv bikin, konê agahdarkirinê vedan.

Çalakî bi pêşengiya Mala Gelê Kurd a Aachenê hat lidarxistin û Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF) destek da çalakiyê. Kurdistaniyên di vê çarçoveyê de li sûka bajêr li hev civiyan li ber firoşgeha C&A kon vedan. Piştre ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan û Devrîm Şoreş (Velî Gorgun), Baran Mûnzûr (Umît Yetîk) ên li navçeya Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiyê de, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan ên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûn, belavok hatin belavkirin. Çalakgeran her wiha dan xuyakirin, ku komkujiya li Dîlokê bi destê AKP/DAIŞ'ê hatiye kirin û lenet lê anîn.

Li vî konê agahdarkirinê, posterên Ocalan û wêneyên ji komkujiya li Dîlokê hatin daliqandin. Li ser kevnekî reş jî Dîlok hat nivîsandin û çalakgeran qurnefîl danîn ser wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Ev çalakiya agahdarkirinê wê her rojên Pêncşemê saet di navbera 15:00-17:00 de li ber C&A ya li sûka bajêr were lidarxistin.

...