Tecrîd li Frankfûrtê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Frankfûrtê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li Balafirgeha Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Ji ber fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan, bi pêşengiya Meclîsên Jinê yên Amara-Frankfûrt, Sara-Offenbach û Nûjîn-Hanaû, li Balafirgeha Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.

Çalakgeran tîşortên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" li xwe kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

Di axaftinên li vê derê de hat xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin û malbat karibe pê re hevdîtinê bike. Di çalakiyê de ji bo mîtînga sibe ya li ber Konsolosxaneya DYA saet di 16:00 de were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

...