TAYAD’iyan ji bo Mesûde Pehlîvan a ku nexweşa pençeşêrê ye çalakî li dar xist

Malbatên TAYAD’iyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa Mesûde Pehlîvan a ku girtiya nexweşa penceşêrê, li Qada Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de hate lidarxistin, TAYAD’iyan daxwaza kirin ku Mesûde Pehlîvan a ku ji bo dermankirinê tedawiya wê hate astengkirin bê berdan.

Komeleya Piştevahiya bi Malbatên Girtiyan re (TAYAD) ji bo balê bikîşîne ser tecrîda li ser zindanan û rewşa girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî dan. Ji malbatên TAYAD'ê Naîme Emlîk daxuyanî xwend û got ku nexweşên girtî nayên dermankirin û bi vî awayî ji mirinê re tên terikandin. Emlîk da zanîn ku ev nêzîkbûn polîtîkayek dewletê ye û axaftina xwe wiha domand: "Di demên nêz de Riza Yildirim û Hasan Hayrî Alp ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Mesûde Pehlîvan jî di 19'ê kanûnê pêde dema ku di qetlîama Girtîgeha Bayrampaşa de gaza kîmyewî bêhn kîrî nexweşiya penceşêrê pêre derketiye."

'DERMANKIRINA WÊ TÊ ASTENGKIRIN'

Emlîk destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Pehlîvan girantir dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev saleke Pehlîvan li Girtîgeha Sîlîvrî tê girtin û dermankirina wê tê astengkirin. Pehlîvan bi caran ji bo dermanên xwe bistîne daxwazname daye rêveberiya zindanê lê ev yek nehatiye qebûlkirin. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de baldar bin."

Daxuyanî bi diruşmeyan bi dawî bû.

...