NÛ BÛ II

TAK'ê çalakiya li Îzmîrê li xwe girt

TAK'ê, bi rêya malpera xwe ya înternetê ragihand, çalakiya 5'ê Çileyê ya li Îzmîrê li dijî hêzên Tirk hat kirin, ji aliyê tîma wan a 'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar' ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) de hat gotin, "Çalakiya bi lehengî ya li ber Edliyeya Îzmîrê, ku di 5'ê Çileya 2017'an de hat lidarxistin, em weke Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. Çalakî ji aliyê tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar ve hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, di çalakiyê de 2 milîtanên TAK'ê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya TAK'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Ji ber ku li 'yek ji bajarên aram, ewle, tûrîzm û bazirganiyê' li Îzmîrê jî derb xwar, mêtîngeriya TC û rêveberiya AKP'ê ya faşîst ku li pêşberî çalakiyên me li ber şikestinê ne, bi rêya şerê taybet ê psîkolojîk hewl dide birînên bi çalakiyên me vebûne, binixumînin. Lê ev hewldanên wan bêkêr in. Divê êdî raya giştî û gelê me zanibe, sîstema faşîst a li erdê rast bûye û medyaya wê, hewl didin derba giran, bi dehan miriyên xwe û travmaya dijî veşêrin.

Hevrêyên me Zerdeşt û Pîrdogan, ku rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê hêrseke gelekî mezin xist dilê wan, ji bo derba têkbirinê li dijminê mêtînger ê faşîst bixin qet teredût nekirin, bi cesareteke mezin bi ser dijmin ve çûn, piştî ku wesayîta bombebarkirî teqandin, bi lehengî heta dawiyê şer kirin û şehîd bûn.

Weke hevrêyên van ewladên leheng ên Kurdistanê; yên bajarên me bi tank, top, helîkopter û balafiran xera kirin, malên me bi dozer û tankan hilweşandin, mirovên bi rûmet ê gelê Kurd di nava zivistanê de tevî zarok, jin extiyar ji cih û warên wan derxistin, mirovên berxwedêr bêpirs dan ber guleyan, cenaze bi hefteyan li naverastê hiştin, li pişt wesayîtên zirxî girê dan û bi erdê re kişandin, benzîn bi ser birîndaran ve kirin û ew şewitandin, li ku dibin bila bibin em ê jiyanê li wan biherimînin, bibin felaket û kabûsa wan.

Ti saziyeke mêtîngeriyê ji bo me ne rewa ye. Hemû saziyên faşîst ên TC'ê, ku îşkenceyê li gelê me dikin, mafên gelê me desteser dikin û biçûk dixînin, wê rojekê para xwe ji êrîşên me bigirin. Û divê were zanîn, çekên hevrê Zerdeşt û Pîrdogan ên li kolanên Îzmîrê ketin, wê ji aliyê şervanên fedayî yên TAK'ê ve bên rakirin û di çalakiyên me yên tolhildanê de devê tivingên wan heta bihele wê biteqin!

Nasnameyên milîtanên TAK'ê yên jiyana xwe ji dest dane:

Nasnav: Zerdeşt Rustem Erdal
Nav paşnav: Mûstafa Çoban
Dem û cihê jidayikbûnê: 10.04.1987 / Mereş - Elbîstan
Dayik: Medîne
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Çileya 2017 / Îzmîr

Nasnav: Pîrdogan Ararat
Nav paşnav: Enes Yildirim
Dem û cihê jidayikbûnê: 08.09.1991 / Agirî - Patnos
Dayik: Naîde
Bav: Şefket
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Çileya 2017 / Îzmîr

TAK'ê ji bo bîranîna milîtanên xwe yên jiyana xwe ji dest dan ev nirxandin kir:

Hevrêyê me Pîrdogan Ararat, di 08.09.1999'ê de li navçeya Patnos a Agiriyê ji dayik bû. Hê di emrê zarokatiya wî de malbatê koçî metropolên Tirkiyeyê kir û di nava rastiyeke bi vî rengî de mezin bû. Di sala 2013'an de bi gotina wî 'Bi qirkirinên li Kurdistanê re tinehesibandina hebûn û nirxên gelê Kurd, ya herî girîng jî  mirina bêrûmet mîna koleyekî li dûrî nirxên xwe, ne ya qebûlkirinê ye" tevlî nava refên me bû. Hevrê Pîrdogan bi dilnizmî û welatparêziya xwe ya xurt dihat naskirin. Hevrêyê me Pîrdogan Ararat bi van gotinan, dilsoziya xwe ya bi gelê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê nîşan dida: "(...) Eşkere ye êrîş, komkujî û planên kolekirinê ji bo talankirina Kurdistanê û gelê Kurd e, di heman demê de ji bo tarîkirina nirxên me yên jiyanî û azadiya me ya îradî ye. Li her devera cîhanê û di her serdema dîrokî de mafê herî xwezayî yê miletî ye ku li ser axa xwe bi ziman, al, çand, ol û hemû nirxên xwe bijîn û van hemûyan biparêzin. Ji bo jiyana bi rengekî azad bi nirxên xwe, we ti carî ji fedairina canê xwe û ewladên xwe, xwe venegirtin. Sekna we ya bi biryar û mezinahiya baweriya we ya ji agirê azadiyê, sekna gelekî welatparêz û bi rûmet e." Hevrê Pîrdogan di jiyana xwe ya têkoşînê de tevlîbûneke bi pîvan, pak û kedkarî esas girtiye û hemû wezîfeyên xwe bi ser xistiye. Herî dawî tevî hevrê Zerdeşt, di 5'ê Çileya 207'an de, li Îzmîrê di çalakiya tolhildanê de het dawiyê şer kir û şehîd bû."