Tahmaz: Ji bo aştiyê divê pêşî li hevdîtinên bi Ocalan re bê vekirin

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Tahmaz: Ji bo bêdengbûyîna çekan û bidawîbûna mirinan, divê mercên Ocalan bên başkirirn, rewşeke muzakereyê were afirandin û beriya her tiştî heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û pê re hevdîtinê bike.

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz destnîşan kir ku AKP li pêş çavê her kesî welêt ber bi karesatekê ve dibe û bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Ocalan re.

Tahmaz bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî.

Tahmaz diyar kir ku piştî du salan vegera li rewşa şer ji bo Tirkiyeyê bêşensî û destnîşan kir ku her kes ji ber vê rewşa şer bi fikar e. Tahmaz got, "Zarokên me yên 7 salî, 12 salî bi bombeyan, bi fîşekan tên kuştin. Li gorî daxuyaniyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan li herêmê, ji 16'ê Hezîranê heta vê Înê, 78 sivîl ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Di nava vê pêvajoyê de bi dehan gund, daristan hatine şewitandin, di bin navê herêma ewle de gun dû herêm ji mirovan tên xalîkirin û derketina derve tê qedexekirin. Em careke din salên 1990'î dijîn. Mîna ku me qet salên 2000'î nejiyane, em dewama salên 1990'î dijîn."

DEWLET NAXWAZE ERKA RÊVEBERIYÊ BI KURDAN RE PARVE BIKE

Tahmaz der barê şerê ji aliyê AKP'ê ve di vê dema dawî de hat destpêkirin ev nirxandin kir: "Bi dîtina min, têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinan de faktoreke aliyekî ye. Pirsgirêka esasî ew e ku dewleta Tirk naxwaze mafên serweriyê bi Kurdan re parve bike. Yanî dewlet ji Kurdan re dibêje, 'Ez çi bêjim wê ew be. Ancax ez we bi rêve bibim. Ez ê destûr nedim hûn xwe bi rêve bibe'. Dewlet û hikûmeta demkî pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke siyasî fêm nake, hînê bi nêrîna 'Kurd hene, Kurd nikarin mafên xwe bi kar bînin' li pirsgirêkê temaşe dikin. Çima nikarin bikar bînin, ji ber ku bikar bînin wê parçebûn çêbibe. Parçebûn çi ye; parçebûn jî parvekirina erkê ye. Dewlet naxwaze erka di destê xwe de bi rêveberên li Amedê re parve bike. Naxwaze serweriya xwe parve bike."

XWERÊVEBERÎ MAFEKÎ REWA YE

Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser xwerêveberiyên ji aliyê gelê Kurd ve li dijî zext, zordarî û êrîşên dewletê hatine îlankirin û got, "Bê guman ev yek mafekî rewa ye. Lê belê hikûmeta demkî bi krîmînalîzekirina vî mafê rewa re dixwaze têgihiştineke welê biafirîne, ku mîna daxwaza du desthilatdariyan tê kirin, nîşan bide. Halbûkî li cîhanê, pirsgirêkên bi vî rengî bi xurtkirina sazî û rêveberiyên herêmî çareser bûne."

EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ LI ALIYEKÎ, EWLEKARIYA JIYANA MIROVAN NÎNE

Tahmaz ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên di nava van şert û mercên dijwar ên şer de, ev xal destnîşan kir: "Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî çûn herêmê, çûn Geverê, lê nekarîbûn bikevin herêmê. Walîtî, qeymeqamtî, tîmên taybet nehiştin ew bikevin nava navçeyê. Ji ber vê yekê, ewlekariya hilbijartinê li aliyêkî, li herêmê ewlekariya jiyana mirovan nîne. Tirkiye li pêş çavê her kesî ber bi karesateke mezin ve diçe. Li welatekî ewlekariya jiyanê lê tineye de, nepêkane hilbijartin bê kirin. AKP li pêş çavê her kesî welêt ber bi karesetake mezin ve dehf dide."

Tahmaz bang li rêxistinên civakî yên sivîl ên Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Neteweyên yekbûyî kir ku dest li vê rêveçûnê werdin û got, "Du meh ji hilbijartinan re maye, lê beriya hilbijartinê ewlekariya jiyanê ya mirovan nîne. Divê beriya her tiştî rewşeke ku jiyana mirovan lê were parastin, bê afirandin."

DIVÊ BI LEZGÎNÎ PÊŞÎ LI HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE BÊ VEKIRIN!

Tahmaz destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina êşên tên kişandin û rondikên tên barandin bi tenê rêyek heye û ev rê jî bi vî rengî rave kir: "Divê polîtîkaya tecrîdê ya dewlet îro dimeşîne, tavilê bi dawî bike, pêşî li hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re veke. Rewşeke lezgîn e ku Ocalan nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê pêvajoyê bi raya giştî re parve bike. Greva birçîbûnê ya niha li girtîgehan tê meşandin niha di roja 17'an de ye. Ji ber vê yekê, tecrîd dewam bike, wê neçareserî jî kûrtir bibe. Divê çek bêdeng bibe, mirin biqede, mercên Ocalan bên başkirin, rewşeke muzakere lê were kirin bê afirandin û beriya her tiştî heyetek serbixwe biçe Îmraliyê û pê re hevdîtinê bike."

EGER WÊ ÇARESERÎ PÊK WERE, ÇARÇOVEYA QANÛNÎ JI VÊ RE ŞERT E

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deklarasyona Dolmabahçeyê re bendewariyên xwe aşkera kiriye û got, "Xwest ku hevdîtin veguhere muzakereyê û bi heyeteke serbixwe re ev muzakere li ser zemîneke qanûnî bê meşandin. Li hemberî vê helwesta bi israr û biryardar a Ocalan ku bi kedeke mezin afirand, dewletê mîna pêvajoya Oslo bi qutkirina hevdîtinan bersiv da. Tê zanîn; di pêvajoya Oslo de nexşerêyeke Ocalan a ji pênc rûpelan hebû. Bersiva hikûmetê ya li vê nexşerêyê dihat hêvîkirin, lê mase hat qelibandin. Ji ber ku di mejiyê dewletê de veguherandina PKK'ê li qada siyasetê tineye, di serê dewletê de tinekirina PKK'ê, heye. Dema fêm kir nikare vê bi ser bixîne, niyeta xwe ya rast nîşan da. Di pêvajoya çareseriyê de dema pê hesiya ku berevajî bendewariyên wê dengên HDP'ê zêde bûye, bi gotina 'Eger çek ji navberê rabe, ez ê nikaribim li herêmê ya dixwazim bikim, nikarim hegemonaya xwe ava bikin' ji nû ve dest bi şer kir. AKP'ê ev yek di sala 2006'an, di sala 2011'an de jî kir. Ocalan li dijî vê cotstandartiyê got, 'min mîna amûrekê bi kar neynin'. Xwest bi vê yekê re bêje 'ez nahêlim hûn min bi kar bînin."

Tahmaz di dawiya axaftina xwe de got, "Ya Ocalan dibêje, avakirina çarçoveyeke qanûnî ye. Wê çavekî sêyemîn hebe. Hevdîtin û pêvajo wê ne bi girtina notan, bi nivîsandina raporên dewletê bimeşe. Di rewşeke bi vî rengî de eger pêvajo xera bibe, li gorî van raporan wê teşhîr bibe bê kê pêvajo xera kiriye. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoya muzakereyê bimeşe û alî ji hev bawer bikin, divê pêvajo li ser zemîna qanûnî were rûniştandin û ji aliyê heyeteke serbixwe ve were şopandin."