Sosretiya fezlekaya Sariyildiz!

Fezlekeya Sariyildiz a ji bo "rakirina destnedanê" û îdiayên wekî "bi erebeya xwe çek dikişand" hatibû amadekirin, her çendî hat piştrastkirin ku bi maşineya xwe çek nekişandiye jî dîsa hat xwestin ku destnedana wî bê rakirin.

Fezlekeya ku der barê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz de ji bo "rakirina destnedanê" û îdiayên wekî "bi erebeya xwe çek dikişand" hatibû amadekirin, her çendî hat piştrastkirin ku bi maşineya xwe çek nekişandiye jî dîsa hat xwestin ku destnedana wî bê rakirin.

Derewên hikûmeta AKP û Qesrê yên ku di bûyera Kabataşê de avêtibûn holê, vê carê bi amedekirina fezlekeyên der barê wekîlên HDP'ê de careke din xwe da nîşan. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu bi mehan îdia kirin ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz "bi maşineya xwe çek ji PYD'ê re birine" û ji bo vê der barê Sariyildiz de fezleke dan amadekirin. Fezlekeya ku bi derewam hat amadekirin jî vala derket. Fezlekeya ku ji hêla dozgerê ve hat amedekirin de hat aşkera kirin ku "Di maşineya Sariyildiz de çek nehatine dîtin" û her çendî nehatibin dîtin jî divê "Destnedan bê rakirin."

DOZGER: ÇEK DI MAŞÎNÊ DE NEHATINE GIRTIN

Her çendî Sariyildiz piştrast kir ku tu dîmen û delîlekî nehatiye dîtin û di maşîneya wî de çek nehatine destaserkirin jî Serdozgerê Komarê yê Rihayê Ugurhan Kuş xwest "biryara destnedanê bê rakirin" piştî der barê buyerên qewimî de cih hat veqetandin ev tişt hat gotin: "Di maşineya Sariyildiz de ne çek û ne jî alavên teqemeniyê nehatine bi cih kirin." Lê mixabin dozger Kuş tiştên ku aşkera kir jî li aliyekî hişt û xwest bi hincetên wekî "Ji rêxistinê re çek peyda kiriye", der barê Sariyildiz de girtek amade kir û ji bo "destnedan" bê rakirin fezleke hat amadekirin.

Sosreta mijara gotinê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş îro di civîna koma partiya xwe de bi nav gotinan anî ziman: "Mijara destnedanê ji van ne cuda ye. Çi gotin, 'Wekîlan di maşîneyên xwe de çek kêşandin, em dê destnedana wan rakin.' Bi vê derewê destpêkirin. Çek teqemenî û alavên din di maşîneya Faysal Sariyildiz de nehatine girtin, ji ber ku operasyona mijara gotinê 18 saet berî maşîneya Sariyildiz e. Dibe polîs li cihekî din çek girtibin, piştî 18 saetan komployek hatiye hişê kesekî 'bi aqil' û xwestine vênê jî bavêjin stûyê Faysal Sariyildiz. Lê saetên operasyonê li hev negirtine. Dibe ku ev ekîb gelekî xirab xebitî be, dozger ji navê derneketiye. Bi kîlometreyan ji dûrê Sariyildiz fezleke hatine amadekirin. Tenê dema Sariyildiz benzîn girtiye wêneyên wî hatiye kişandin. Tenê ev heye. Xwestine van her du wêneyan bi hev re girêbidin. Dozger, 'belê di maşîneya Sariyildiz de çek nehatine dîtin. Lê em dîsa jî destnedana wî rakin.' Fezlekeya 'wekîlên HDP'ê çek kişandin' ev e."

...