Şoreşa Rojava li Sydneyê hat pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) bi sedan kesî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa NAV-KURD’ê Sulayman Bîngol axivî. Bîngol got; "Şoreşa Kurdistanê bi rêya Şoreşa Rojava li hemû cîhanê belav bû. 19 Tîrmehê li dijî paşverûtiyê bû alternatîfek."

Berdevkê KNK'ê yê li Sydneyê Îsmet Taştan jî wiha axivî: "Şoreşa Rojava bû şoreşa hemû gelên dilsozê mafên mirovan. Têkoşîna Kurdan a li Rojava, hemû planên li ser Rojhilata Navîn ji hev xist. Gelê Kurd veguherî mûxatabekî. Her wiha di Şoreşa Rojava de keda Reberê Gelê Kurd jî zehf e. Keda şehîden me û fedakariya wan gelek e."

Pîrozbahî bi nîşandana sînevîzyonê û bi stranên Xanemîr û Roj bi dawî bû.