‘Sînorê rêya diçe aştiyê ji bo Roboskî edalet e‘

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî bi wesîleya 125’emîn meha Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da û diyar kir ku sînorê rêya diçe aştiyê, ji bo Roboskî edalet e.

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di meha 125’yemîn a Komkujiya Roboskî de li pêş Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de “Bila kujer bên dîtin, careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin. Yek ji damezrînerên Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî Tanjû Gunduzalp ê metna daxuyaniyê xwend wiha got: “Sînorê rêya diçe aştiyê, ji bo Roboskî edalet e.”

Gunduzalp diyar kir ku ji bo malbatên Roboskî lêgerîna wan a edaletê didome û wiha got: “Edalet nîne ji xwe hiqûq winda bû çû. Komîsyona li Meclîsê hate avakirin bê encam ma, hemû endamên darazê, bêceza hiştina kûjeran tercîh kirin.”

Gunduzalp bi lêv kir ku hewl tê dayîn bi destê rêvebirin, daraza eskerî û sivîl û hiqûqa navneteweyî ser Komkujiya Roboskî were girtin û wiha berdewam kir: “Her çend tê zanîn kê komkujî kiriye û çawa hatiye kirin jî, hiqûq nayê xebitandin.”

Gunduzalp diyar kir ku rêya xelaskirina bêcezatî û bêedaletiya piştî komkujiyan tê têkoşîna bi hev re ye û got: “Heta ku hevrûbûn nebe demokrasî jî nabe. Li Roboskî sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Kesên berpirsyar wê teqez werin derxistin. Heta ku edalet neyê Roboskî wê edalet neyê Tirkiyeyê jî. Kesên hevrûbûnê dixwazin ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Heta ku bi paşerojê re hevrû nebin wê pêşeroj jî neyê avakirin, wê pergaleke biedalet neyê avakirin.”