Sindoqên li Hezexê wê bên veguhastin

Tevî biryara YSK’ê jî li navçeya Hezex a Şirnexê biryar hat dayîn ku cihê du sindoqan bê guhertin.

Tevî biryara YSK’ê jî li navçeya Hezex a Şirnexê biryar hat dayîn ku cihê du sindoqan bê guhertin.

Tevî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)’ê daxwaza di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de veguhastina sindoqan bi sedema "Di qanûnê de rayeyeke me ya wiha nîne” red kir jî, li navçeya Hezexê ya Şirnexê Desteya Hibijartinê ya navçeyê biryar da ku cihê sindoqên li du dibistanan bê guhertin. Li gor biryara Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê  ya biryara YSK'ê nas nekir, wê sindoqa li Dibistana Seretayî ya Fatîh a li Taxa Yenî bibin Dibistana Seretayî ya Cumhuriyet, sindoqa li Dibistana Seretayî ya Bener Cordan a li Taxa Turgut Ozal jî wê bibin Dibistana Seretayî ya Ataturk.

Gotina dawî ya têkildarî biryarê tevî aîdî YSK’ê ye jî guhertin di hoparlora şaredariyê de hat anonskirin.